Polîtîk

Em êrîşên dewleta Tirkîyeyê û yên dewleta Îranê şermezar dikin!

Firokeyên şer ên dewleta Tirkîyeyê roja yekşemê, 20.11.2022yê, êrîşên nû birin ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Dewleta Îranê jî şeva derbasbûyî bi hêzek mezin û bi çekên giran ketin nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û elektrîk li ser bajêr qut kirin û bi berdewamî dengên teqeyan dihên bihîstin.

Êrîşen dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê

Li gorî agahdarîyên heyî, Tirkîyeyê, îro serê sibeha yekşemê, 20ê teşrîna 2022ê, bi firokeyên şer, Kobanî û Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê kirîye armanc.

Herweha li Başûrê Kurdistanê jî li Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwên dengê firokeyên şer ên Dewleta Tirkîyeyê hatine bihîstin û artêşa Tirkîyeyê çend cîh li Çiyayê Qendîl, Asos û Biradostê kirine armanc.

Li gorî agahdarîyên ku di ragîhandinê da belav bûne, di encama êrîşên ku artêşa Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê kirine, kuştî û birîndar hene.

Dewleta Tirkîyeyê, divê ji tecrubeyên xwe yên 99 salî bizanibe û bibîne ku bi operasyonên leşkerî, bi êrîş û kuştin û girtin û hefs kirinan tu mesele nehatine çareser kirin û dê neyên çareser kirin jî.

Ev ne cara yekem e ku Tirkîye êrîşên bi vî rengî dike. Me berê jî gelek caran êrîşên bi vî rengî şermezar kiriye û em nuha careke din jî van êrîşên Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em dibêjin demildest divê dawî li van êrîşan bêne anîn.

Divê dewleta Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin berde û divê berîya her tiştî ji bo çareserîyeke bi rêyên sîyasî, bi partîyên kurd û kurdistanî  yên li Bakurê Kurdistanê dest bi dîyalogê bike.

Divê PKK jî dest ji vê sîyaset, çalakî û kiryarên xwe yên ku zerarê dide doza miletê Kurd û destkeftîyên kurdan û rê li ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê xweş dike, berde.

Divê Netewên Yekbûyî û Hêzên Hevpeyman ên Navdewletî jî bi biryar û helwestên xwe, rê li ber van êrîşan bigirin.

Êrîşen dewleta Îranê yên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê

Dewleta Îranê ji ber ku li himberî serîhildana gêlê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Belûcî, Faris, Azerî, Ereban şikesteke mezin xwar; dixwaze bi êrîşên leşkerî yên li ser baregehên partîyên  Rojhilatê Kurdistanê û yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, heyfa xwe bistîne û vê şikesta xwe binixumîne.

Piştî êrîşên leşkerî yên li ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên partîyên Rojhilatê Kurdistanê, nuha jî Dewleta Îranê bi hêzên leşkerî êrîşan dibe ser gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê. Bi çekên giran çûyîna hêzên leşkerî yên  Îranê yên  nav bajarê Mihabadê nîşana wê yekê ye ku dewleta Îranê dikare qetlîamên mezin li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.

Ji bo ku dewleta Îranê van êrîşên xwe rawestîne û dawî li van zilm, zordarî û neheqîyên Îranê bê anîn, divê Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û Emerîka û dewletên mezin helwesteke cidî bigirin.

Em van êrîşên Îranê şermezar dikin û piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê dikin.

20.11.2022

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

Back to top button