Polîtîk

Îranê cardin êrîşê başûrê Kurdistanê kir

Şevîdn cardin Îranê bi dronan êrîşê baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê kir. Baregehê PDKÎ  li Koye, Kampa Cêjnîkan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirguwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê. Li gorî daxûyaniyên berpirsên partiyên Îranê di vê êrîşê de tu zîyanek canî nebûye lê mala gelek benaberên rojhilatê Kurdistanê zerer dîtiye û ew bê mal mane.

Îran eve demeke êrîşê baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dike. Heta niha dibêje ku, emê di bejahîyê de jî dest operasyona bikin. Ev yek bi serê xwe li başûrê Kurdistanê dibe sedemê probleman û ji bilî çareseriyek navdewletî, ev problem gelekî zehmete ku bê çareserkirin.

Back to top button