
Niha li şûna PKKê, HDP ya ku weke partiyeke siyasî û eşkere ye, bi kar bînin. Ji ber ku li gor gotina wezîrê berê û hundir Beşîr Atalay, MITê û Evdila ew bi hevre damezrandine. Texmîna min ew e ku wê Selahaddin ji nû de bikin serokê wê…

Bûbê Eser
Ez dibêjim, van êrîşn tirkiyê ji bona peymana Lozana dudan hindik maye, zêde bûne û wê hê jî bibin. Ji ber erk û wazifeya PKK heta peymana Lozana dudan e. Piştî wê karê wan diqede. Ji ber ku dagirker wê heta heta nikaribin wê bi kar bînin.
Ji ber vê ye êrîşên xwe bêtir dikin, da ku yên, sedî sed ne zilamên dewletêne, ji holê rakirin û zilamên xwe jî bibin welatê wan ango Tirkiyê.
Helbet tu tişt ji xwe ber çênabe. Divê sedeman çê bikin. Roj bi roj sedama êrîşên wan ev e. Heger bizanibin wê li ser destê PKK ê, hin ji rojholata û hin jî ji başûrê Kurdistanê bikin ê xwe, wê PKK a xwe biparêzin û hin kesên dilê wan bi ser welatên wan de bin, bi rêyên komplowarî ji holê rakin.
Ew cihên niha bomberan dikin, lê dixebtin ku bikin yên xwe, wê li ser navê PKK wir biparêzin û heta dema piştî peymana Lozanê wê PKK bihêlin. Heger plana wan bi sernekeve, wê gavê jî wê weke xwe bikin.
Heger bizanibin an ji wan re hatibe gotin ku ew ên nikaribin vê armanca xwe pêk bînin. Wê demê dê roj bi roj êrîşên xwe zêde bikin.
Wê kesên xwe jî weke her cara dîsa bi komplekê, bêjin me terorîst girtin û wê wan li welatê wan vegerînin da ku tiştekî bi wan neyê.
Ji roja ku PKK damezrandin û heta niha plana wan ev bû ku hin erd ji başûr û hin jî ji rojavayê Kurdistanê bikin ê xwe ku Tirkiyê bêtir mezin bikin.
Lê bi qasî dizanim û tê xuyakirin wê dewletên mezin weke Emerîka û Îngîlîz ûhwd rê nedin ku ev armanca Tirkiyê pêk bê. Li gor min êdî dema dewletên mezin derbas bûye. Irak nema, wê Îran û Tirkiye jî herin. Lê divê kurd bi rêxistinên kurdan yek deng bin.
Lewra êdî li pêşiya Tirkiyê tenê rêyek dimîne û ew jî ew e ku bi van êrîşên xwe, wê bixwaze bêtir kurdan bikuje û welatê wan wêran bike. Dûre jî wê hemî zilamên xwe bibin Tirkiyê. Wê PKK jî nehêlin û meselê diqedînin. Ez weha difikirim.
Heta ku Tirkiya nexwaze wê tu caran PKK neqede. Ji ber ku ew weke cêşeke leşkerî ya Tirkiyê a bi dizî ye ku li ser navê kurdan damezrandine.
Ez êdî gihiştima wê baweriyê ku dê sedema van êrîşên tirkan heta sala nû û çend mehekî jî ji sala nû berdewam bike. Heta wê demê divê ew hemî zilamên xwe bibin welatê wan. Çi jî kuştin ew jî ji bona wan serketineke.
Divê kurd tu caran dilê xwe xemgîn neke û nebêjin ê di nava PKK de jî zarokên me ne. Rast e, lê wan zarokên me, ji bona bav û bira, dê û xuşkên xwe bikujin şer dikin. Wan zarokana ji bona welatê xwe xerab bikin û cihên qaşo azad dikin, teslêmê xalanên xwe tirkan bikin, şer dikin.
Em ê hemî bi hevre bibînin ku bê wê çawa dawî li PKK bînin. Ew PKK ya ku niha bûye weke dewletekê ku kurd nikarin zora wê bibin, dagirkerên me wê di çend hemleyan de wan ji holê rake. Ji ber ku ya wan e. Rakirina wê rehet e û êdî wê dema xwe tijî kirî ye. Niha li şûna PKKê, HDP ya ku weke partiyeke siyasî û eşkere ye, bi kar bînin. Ji ber ku li gor gotina wezîrê berê û hundir Beşîr Atalay, MITê û Evdila ew bi hevre damezrandine. Texmîna min ew e ku wê Selahaddin ji nû de bikin serokê wê.
Di avakirina projeya dewleta dagirker ya PKKê de, azadiya başûrê Kurdistanê tune bû. Wan bawer nedikirin ku wê Saddam têk here û başûrê Kurdistanê azad bibe. Ji ber ku azadiya başûrê Kurdistanê hemî plan û projeyên dagirkeran ya wê li ser destê PKK pêk binaniyana têk bir.
Niha tenê lê dixebitin ku çi bi dest xistin baş e (heger bi dest bixin). Niha projeya wan ya nû ew e ku wê çawa wan zilam û pêgirtin xwe yên serkeşiya PKK dikin, bibin welat wan.
Belavkirin an têkbirina hêzên ku dagirker bi xwe dadimezrînin, zehmet e. Tenha ew dikarin bi destê xwe wê tune an bêdeng bikin. Wekî din hemî çîrok in.