Em di Sûriyeya nû de hêviyeke mezin dibînin
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen li Şamê konferanseke rojnamevanî li darxist.
Geir Pedersen di axavtina xwe de dibêje: Em di Sûriyeya nû de hêviyeke mezin dibînin. Sûriyeya nû ya ku destûreke nû qebûl bike û hilbijartinên azad û adil di demeke guncav de piştî qonaxa veguhertina siyasî pêk bîne.
Her wiha Pedersen ji bo Sûriyeyê bangî welatan jî kir û got:
“Di demaherî kurt de alîkariyên mirovî bigihînin Sûriyê û cezayên ku ji ber binpêkirinên rêjîma Beşar Esed li ser wî welatî hatine sepandin bên rakirin.”
Li gorî Pedersen, yek ji pirsgirêkên sereke yên li pêşiya Sûriyeya nû, rewşa herêmên Kurdî yên li bakurrojhilatê welat û metirsiya şerekî mezin di navbera HSD û komên çekdar ên Sûriyeyê de ye.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an ragihandibû ku agirbesta li herêmên Minbic û Kobaniyê heta dawiya hefteyê hatiye dirêjkirin û hewl tên dayîn hîn dirêjtir jî bikin heya ku bi Tirkiyeyê re bigihin têgihiştineke hevpar ji bo wê pirsgirêkê.
Pedersen li ser agirbestê jî got, “Kêfxweş im ku agirbest hat nûkirin û tê çaverêkirin ku were cîbicîkirin, lê em hêvîdar in ku çareseriyeke siyasî were dîtin.”