Hêmin Hewramî: Di vê qonaxa nû da divê PYD têkiliyên xwe bi PKK-ê ra qut bike
Hemn Hawramî, Berpirsê Buroya Rêxstinê a Partiya Demokrat a Kurdistanê di panelekê da got ku, di vê qonaxa nû ya Sûriyê da divê PYD xwe ji PKK-ê dûr bike .
Roja çarşemê, 18.12. 2024, Hemn Hawramî, berprisê Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) got: Kilîta parastina pêgehê kurdan li rojavayê Kurdistanê di rewşa nuha ya Sûryê da eve ku, Pêdivî ye PYD hemû têkiliyên xwe bi PKK-ê re qut bike û bi fermî rabigihîne ku ew hêzeke kurdî Kurdistanî ne di çarçoweya pêvajoyeke aştî û demokrasî da di çarçoveya Sûriyê û di nava Sûriyê da xebat dikin. Bi fermî rabigehîne ku wan tu peywendiyek îdolojîk, rêxistin û fikrî bi rêxistin û serokên PKK re nîne. Heke ew vîya bikin, ew dê piştevaniya Herêma Kurdistanû û piştevaniya navdewletî jî bi dest bixinç
Hewramî wiha got: Dîrok îsbat kiriye ku Herêma Kurdistana Iraqê piştgirekî mezin ji Rojavayê Kurdistanê re bûye, di rêkeftina Hewlêrê yek de, rêkeftina Hewlêrê du, rêkeftina Duhokê, şandina Pêşmerge bo Kobanê, alîkarî û piştevaniya şerê li dijî DAIŞê. .
Hewrmî got: Kurdistan axa hemû Kurdane, lê tevî vê jî piştevaniya Serok Barzanî û serkirdayetiya me ji bo wê yekê bû ku, li wir yekrêz û yekdeng bin, gelê Kurd li Rojava yekdeng bin û bikarin li ser çarçoveyekê li hev bikin, Bila cudahiyên hizbî û bîrdozî hebin, lê li ser mijarên sereke yên mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Sûriyeya nû de, Bila cudahiyên hizbî û îdolojîk hebin, lê li ser mijarên sereke yên mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Sûriyeya nû de yek bin. Di vê çarçovê de Serok Barzanî di daxuyaniyekê de piştgîrî û pîrozbahî li çend daxuyaniyên Serokê Desteyaa Tehrîr Şam kir, ji ber ku berê ev helwest di nav desthiltdarên Sûryê da nebûye. Em hêvîdar in ku ev raman û îfadeya bi vî rengî di pratîkê de were bicihanîn da ku gelê Kurd bigihîje mafên xwe yên rewa di nava Sûriyê de.
Hemn Hawrami tekez kir ku Serok Barzanî her gav rolek girîng û biryardar lîstiye û got: Ger Serok Barzanî nebûya Kobanê ketibûya û Pêşmerge nedikarî biketa Kobanê. Diplomasyeta Serok Barzanî jarî qenaetê bi Amerîka û Tirkiyê bike ku, hêzên Pêşnerge biçin Kobanê. Hîngê Serok Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermabdarê Hêzên Çekdar yê Kurdistanê bû, wî rolek girîng û biryardar lîst