Cîhan

Arwin ji bo beşdarî Melodifestivala Mezin a 2025an a li Swêdê bibe hat hilbijartin.


Arwin Îsmaîl ê 16 salî yek ji hunermendên ciwan ên Swêdê yên herî bi hêvî ye
Beşdarbûna li Melodifestivalê ya 2025an bi straneke wî ya bi navê “This Dream of Mine” çîroka rêwîtiyeke wî ye ku dişibe xewneke ciwaniyê û ew xewn dibe rastî, ew radibe ser dikayên stiranbêjîyê û ber bi hezaran temaşevanan û hezkirîyên hunera xwe bi dengê xwe yê zîz hemûyan zendegirtî dihêle, guhdarvanên wî dibine heyranên wî û dengê wî.

Stran jînenîgarîya Arwin bi xwe ye û bi çend stranbêj û hunermendên herî navdar ên Swêdê re hatiye nivîsandin û çêkirin.

Bi tevlibûna xwe ya bêhempa va strana Arwin deng û awazekî nûjen anîye meydana mûzîkê.
Wî berî salekê bi strana xwe ya “För bra för att vara sant”, ku li ser TikTok tê zanîn û yek ji stranên herî bijare yên radyoya Swêdê bû, riya xwe ya stiranbêjîyê dest pê kir û kete ser rêyekê, ku wî herro navdar dike.

Arwin di havîna 2024-an de beşdarî gera Festîvala Ricks FM bû û li qonaxên populer ên wekî Rockbjörn û pêşandana TV-yê Sommerlove derket ber temaşevanan.

Tevî temenê xwe yê ciwan, Arwin bi xwendina xweya muzîkê ya lîseyê re çêkirina muzîkê hevseng kiriye û bi kûrahî di hemî gavên pêvajoya afirîneriyê de, ji nivîsandina stranan û hilberînê bigire heya lîstikên şanoyê navdar bû.

Arwin di heman demê de ji bo gera Diggiloo ya 2025-an hate hilbijartin, ku tê de kesên navdar ên wekî Medina, Ola Salo û Uno Svensson dê beşdar bibin.

Serlêdana şopînerên wî ya salane zêdetirî 180.000 ziyaretvan in û ew yek di karîyera Arwin da gaveke din a mezin e.

Pêşveçûn û serfiraziya bilez a Arwin li ser medyaya civakî wî dike modelek bijare.
Bi derketinên li ser pêşandanên TV-yê yên wekî Summer Vacation û After Femme û her weha balkişandina li ser podcastên wekî “Ursäkta” bi Edvin Thornblom û Johanna Norström ra Arwin cihê xwe wekî yek ji hunermendên herî balkêş ên Swêdê zexm kir.

Arwin bi zîrekî, jêhatîbûn û nêrîneke paşerojê a xurt amade ye ku temaşevanan bi awayekî dilxweş matmayî bihêle û wan vexwîne cîhana xwe a hunerê.

Back to top button