Polîtîk

Em kar li ser bidestxistina fedraliyê ji Kurdan de dikin

Şandeke Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opzisyona Sûrî li Şama paytexta Sûriyê li gel birêkarê balyozxaneya Swîsrî li Şamê û berpirsa doseya Sûriyê civiyan.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opzisyona Sûrî û nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, ji Welat TV re got, me di civîna xwe de behsa gelek mijarên girîng kirin.

“Em nikarin vegerin Qamişlo”

Beşar diyar kir, li gel şanda Ewropî me behsa êş û derdeseriya xwe li gel Rêveberiya Xweser a PYD kir, ku her kesek dikare vegere mala xwe ji bilî me ji ber binpêkirinên HSD bi serkirdayetiya PKK em nikarin vegerin Qamişlo.

“Ji bo fedraliyê kar dikin”

Beşar da zanîn, em li Şamê ne, em kar li ser bidestxistina fedralî yan rêveberiyeke xweser ji Kurdan dikin. Ji çend rojan ve civînên me li gel aliyan cuda berdewam dikin, û em di karê xwe berdewam in. Em kar li ser bidestxistina fedraliyê ji Kurdan dikin.

Mafên Kurdan di destûra nû de

Dr. Ebdulhekîm Beşar got jî, divê aliyên Kurdî kar li ser wê yekê bikin, ji bo bidestxistina fedraliyê ji Kurdan re û xebata xwe ya siyasî û dîplomasî zêde bikin, da ku di destûrî nû de mafên gelê Kurd parstî û çespandî be.

Back to top button