Polîtîk

Fîdan: Heyîna PKKê li rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiye metirsiye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan der barê geşedanên li Rojhilata Navîn de ji televîzyona El Cezîre ya Qeterê re nirxandin kir.

Derbarê îdiayên Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê rola Tirkiyê di guhertina desthilatê li Sûriyê de jî got: “Ev yek weke desthiladariyê nayê pênasekirin. Eger bûyera li Sûriyê bi vî rengî were binavkirin dê xeletiyek mezin be. Ji bo gelê Sûriyê ev ne desthilanîn e. Tiştê ku çêbû ev e ku îradeya gelê Sûriyê li wir girt û xist bin kontrola xwe.”

Fîdan: “Ma ne rast e ku mirov bibêje hêza desthilatdariya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re ye?” “Em ê tu carî tiştek wusa naxwazin.” “Ez bawer dikim ku me hemûyan ji tiştên ku li herêma me qewimîn dersên mezin girtin.”

“Ji ber vê yekê divê ne serdestiya tirkan, ne jî serdestiya farisan û ne jî serdestiya ereban hebe. “Divê em hemû bi hev re hevkariyê bikin.” Fîdan, anî ziman ku divê gelê Sûriyeyê bê destekkirin û ev yek weke serdestiyê neyê dîtin.

“YPG di esasê xwe de dirêjahiya PKKê ye”
Fîdan diyar kir ku YPG ku girêdayê PKKê li Sûriyeyê ye ji bo Tirkiyeyê metirsiyeke mezin e û destnîşan kir ku YPG hewl dide hebûna xwe û serdestiya xwe li cihên ku dagir dike bidomîne.

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku YPG hewl dide xwe weke grûpeke li dijî DAIŞê nîşan bide û wiha got:

“Ev ne wesifek e ku bi rastî nasnameya wan a rastîn nîşan dide. Ji ber ku ew di eslê xwe de wek rêxistineke terorîst in. Têkoşîna li dijî DAÎŞê bi tena serê xwe nikare bibe nîşana xêrê. Ji ber ku dewletên cuda û komên cuda li wir hebûn û her yek ji wan ji ber sedemên cuda li dijî DAÎŞê şer kirin. YPG di eslê xwe de dirêjahiya PKK e. (YPG/PKK) rêxistineke ku refên xwe bi terorîstên biyanî yên navneteweyî yên ji Tirkiye, Îran, Iraq û welatên Ewropayê dagirtî ye. Lê mixabin dostên me yên Rojavayî vê rastiyê ji nedîtî ve tên ku YPG di esasê xwe de dirêjahiya PKK’ê ye.”

Ji Fîdanpirsîn: Gelo Tirkiye wê li Suriye operasyonek leşkerî pêkbîne?

Fîdan got: Ev mijar di serî de mijara rêveberiya nû ye û ger çareser bibe dê dê çareser bibe. pêwîstî bi destwerdana Tirkiyê nîne.

Pirs: Li gor perspektîfa Tirkiyê, gelo li Sûriyê herêmeke xweser a kurdî yan jî pêkhateyeke kurdî heye? Yan wê Tirkiye vê yekê weke tehdîdekê bihesibîne?

Fîdan: Nabe ku ez li ser navê gelê Sûriyê biaxivim. Tişta ku hûn dipirsin mijarek e ku gelê Sûriyê bizanibe. Ev biryara wan e. Lê ez dikarim vê yekê hem wekî xwestek û hem jî wekî polîtîkaya Tirkiyê bibêjim. Em dixwazin her kes, di nav de Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû sivîlên Sûriyê li cihên xwe yên resen bijîn.

Divê kes bêzar nebe û neçar bimîne bajar û gundên xwe biterikîne. Yên ku neçar man koçî cihên din bikin divê karibin vegerin welatê xwe. Bi kurtasî divê Kurd bi taybetî jî sivîl li welatê xwe yê resen bijîn.

Back to top button