Polîtîk
Colanî: Divê HSD ji Reqayê û Hesekê vekişe.!
Serokê HTŞ’ê Colanî ku yek ji komên muxalîf ên pêşeng e ku rejîma Esad li Sûriyeyê hilweşand,dibêje: “Ji bo Hesekê û Reqayê du çareserî hene, ya sêyemîn tune. An vekişîn an jî operasyona leşkerî.”
Colanî da xûyakirin ku, gerek hêzên YPGê ji Reqayê û Hesekê vekişin, eger bi xwe venekeşin dê operasyonek leşkerî bikin.
“EM JI OPERASYONA LEŞKERÎ AMADE NE”
Colanî bal kişand ser wê yekê ku ew li bendê ne ku HSD gavên pêwîst bavêje û wiha got: “Em li benda kesên biaqil ên HSDê ne. Ger operasyoneke leşkerî çêbibe em amade ne. Lê em li bendê ne ku pêşî lê xwînrijîyê bê girtin. “