Em di newroza îsal de xemgînin
Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye bi minasebeta newroza îsal daxûyaniyek belav kir û behsa rewşa Kurdistana Bakur kir. Ev jî daxûyaniya partiyê ye: EM DI NEWROZA ÎSAL DE XEMGÎNIN!..PDK-T Newroza 2016ê, li Bakurê Kurdistanê her çendî dî bîr û bawerî, fikr û ramanên me Kurdan de weke rojeke serxwebunê, cejna azadiyê û bi teybet cih girtiye jî ,lê mixabin îsal rûdanên pirr bi êş û tadeyî bi serme de hatin.Di dîrok û çanda jiyana mirovatiyê de hemî cejin têtin wê wateyê, ko ew rojên pîrozin, rojên kêf û şahî, govend û reqsin,di van rojan de hemî kes cil û bergên nû, pakij û xweşik werdigrin,di qadên civakê de û di xwezayî yê de bi dilekî germ,bextewar, nerxê pêkhatina wê rojê bibîr tînîn, hev himbêz û pîroz dikin.Berhem û çîroka rojê ligel hev di qîrin. Hêviyên Rojên xweş û azad dikin.Lê pirr mixabin îroj li Bakurê Kurdistanê gelik bajar û bajarok hatin sotin, rûxandin û wêrankirin, bihezaran kes ji malên xwe bê suc û sebeb hatin koçberkirin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan,bajar vala bûn, terş û talan têk çûn, aboriya gel serû bin bû, malbat di kûçan de, dinava biyanî debêkes û kûs man .ji ber van sedem û rûdanan em/ ez di newroza îsal (2016) de ti bayê kêf û işqanewroza îsal di xwe de nabînîn, em xemgînin.Ji bilî van hemî nexweşiyan, newroza netewa kurdistanê pîroz be!.Me hêvî heye ko êdî newrozê pêşeroja Kurdistaniyan bi awayên azad û reqs û govendçêbibe.PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA(PDK-T)


