Civak

Di Newrozê de Diyarbekir bi Ala Kurdistanê xemilandin

Li Bakurê Kurdistanê Newroz bi awayên cuda hatin pîroz kirin. Li gelek deveran ji derê HDPê aliyên Kurdistanî Newroz bi bilindkirina Ala Kurdistanê pîroz kirin.Wek her demî Newroza ku HDPê pîrok kirî ne wek salan bi girsehî bû. Taybetî Newroza li Diyarbekir ne wek salan bû.Wek tê zanîn HDP newrozê ne bi nirx û sembolên Kurdistanî pîroz dike. Heta dikarin rê nadin ku kesek jî Ala Kurdistanê bilindbikin.Îsal Tevgera Ciwanên Kurdistanê kolanên Diyarbekir bi Alayên Kurdistanê xemilandin.Şêva Newrozê cardin di bin Ala Kurdistanê de agirê Newrozê pêxistin.   

Back to top button