HALEPÇE
Qelb û cîger bo min birîn
Dîsa şahî li me xemgîn
Îro Helepçe tu bibîn
Zar û jin û tev digirîn.
Hewar û zarî û qêrîn
Qe naçe ew guhê Reygîn
Însan nema liser zemîn
Ku dest biavêje wan derîn.
Seddam û ew Rusê leîn
Sosyalîst in neyarê dîn
Qe deng nake wekê berîn
Kengî çebiye ji wan evîn.
Gelî biran rabin herîn
Ji bu Kurdan bikin girîn
Cîhad ferde ji bo na dîn
Herdal gazî çebiye birîn.
Zalim nekarî wan biran
Şan û şeref binavê wan
Navê şirîn pêşmerge yan
Ew in xwedanê bindestan.
Kîmyasalê sîlahê wan
Kafir zalim avête wan
Zar û jin û digel kur an
Xûn û leke li canê wan.
Îro rabû li me ferman
Ferman çêbiye bira ferman
Hezar ceset ketine ‘erdan
Kanî xîret kanî îman.
Dayîk dikin girîn fîxan
Ahîn dikin sed ahîyan
Hesret a dil û cîger an
Canê şirîn bûye qurban.
Zarî dikim gelî biran
Qaim bibin liser Qu’ran
Kafir hemû neyar bizan
Xûnxarin rast û çepê wan.
De bes razê veke çav an
Sivik biavêje çend gav an
Hevra bibin hemû cîyan
Tu car nenêr li taxut an.
Hewar dike NÎZAM bizan
Selam dike hemû biran
Bîr nekin zilma xûnxaran
Berhev bibin ji bo jiyan.
19.03.1988
Nîzameddîn Yakişi
Helbesteke hêja û xweş, xweşiya wê a zêdetir ev e ku ji aliyê dersdarekî Medreeya Kurdî ve hatiye nivîsandin. Spas Seydayê hêja, tu her bijî û xameya te her taze û terr be…