CîhanPolîtîk

Hûnêrmendên çepên tirk dijê terorê biratiyê dixwazin

Hinek dezgeh û komeleyên hûnêrmenda li Tirkiye ku, çep têne zanîn civînek pêkanîn û di encama civînê de daxûyaniyek belav kirin.283 hûnêrmendên Tirk ev daxûyanî îmze kirin. Piraniya van hûnêrmenda di dema hilbijartina de pişgiriya HDPê kirine û deng dane HDPê. Heta HDPê hewl dida hinek ji van hûnermenda bike kandîdat ji bo parlementoyê.Ev daxûyanî bi xwe dide xûyakirin ku ka gelo çepên Tirk çewe li biratiyê dinêrin û herweha biratiya wan û HDPê di çi astî de ye.Ev deqê daxûyaniya hûnêrmendên tirk e.

“ Îro em li vê derê ji bo bêjin “na ji terorê re belê ji biratiyê re“ civiyane.Em hûnêrmend li tenişta Hêzên çekdarên Tirk yên tekoşîna Niştimanî didin cihê xwe digirin. Îro tekoşîna li dijê terorê ne tenê karê Hêzên Çekdar e. Ev bar li ser milê hûnêrmend, rewşenbîr û milet bi xweye jî. Heta çokên terorîzmê neyê şkinandin, tehdîta şer ji holê ranabe. Şerê li dijê Emparyalîzmê, şerê rûmet û heyina hûnermenda ye.Em li dijê terora yên ku dixwazin welatê me parçe bikin disekinin. Em bangî hemû hûnêrmenda, nivîskara û rewşenbîra dikin ku mil bidin milê leşkera.“

Back to top button