Cîhan

Li dilê ewropa de teqînên bi hêz

Li Bruksel a paytextê Belçika û herweha paytextê Yekitiya Ewropa 3 teqîn çêbûn.Du teqîn li balefirxaneya Brukselê çêbûn. Teqîna sêyem jî li metroya Bruksel pêkhat.Li Balefirxaneya Zaventem kesekî bi çekan gule berdane û erebî xeberdaye. Piştre jî xwe teqandiye. Herweha piştî demekî li Metroyê jî teqînek pêkhatiye.Di encama 3 teqîna de heta niha 34 kesa jiyana xwe ji dest daye û 136 kes jî birîndarin.Bê guman ev teqîna di dilê Ewropa de pêkahtî, cîhan hemû hejand. Hukumeta Belçîka rewşa awarte ragihand. Rûyê terorê yê reş vê carê li Bruksel jiyana xelkê sivîl û pê xalîxerez tarî kir.Polisên Belçîkî gelek tedbîrên ewlehiyê standine û heta niha jî di derbarê teqîna de tu agahdariyên temamî nehatiye dayîn.

Back to top button