Cîhan

Gelê Kurdistanê xwe bi hevxemê gelê Belçîka dizanê

Ji bo bûyera terorîstî li Brukselî serokatiya Kurdistanê daxûyaniyek ragihand. Berî nîvroya roja sêşem 22.03.2016 li encama çend kirdarekî terorîstî ya li bajarê Bruksela paytexta Belçîka hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên bêtawan canê xwe dest dan û hejmarek jî birîndar bûn. Gelek bi tundî vê kirdara diltezîn şermezar dikîn ku bextewerî û jiyana xelkê kiriye armanc. Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li gel û Hikûmeta Belçîka û kesukarên qurbaniyan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.Gelê Kurdistanê bi xwe ku li hêla yekema şerê terorîstan daye gelek bi başî ji hereşe û asewar û dirindayetiya terorê têdigihe û xwe bi hevxemê gelê Belçîka dizanê. Kirdarên terorîstiyên bajarê Brukselê zenga metirsiyê ye ji bo cîhanê û wê yekê dide xuyakirin ku teror sînoran nasnake û hereşeye ji bo hemû mirovayetiyê. Her ji bo vê yekê jî rûbirûbûn û ji navbirina terorê hewlekî ciddî û hemû aliyaneye û yekgirtiya civaka navdewletî pêwîste.Serokayetiya Herêma Kurdistanê22.03.2016

Back to top button