CîhanRojev

Em bang li Hewlêr û Bexdayê dikin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li pirsa peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zala ya “Nêrîna we li ser hewlên Bexdayê yên ji bo sînordarkirina firotina petrola Herêma Kurdistanê û hewla kêmkirina desthilatê çiye? Herêma Kurdistanê bi sektora xwe ya enerjiyê?” got ku Daxwaza wan ji Hewlêr û Bexdayê ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi awayekî avaker kar bikin.

Ned Price dibêje “Me daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kiriye ku bi awayekî avaker bi hev re kar bikin û nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin. Ji bo vê pirsê jî (Hewldanên Bexdayê ji bo sînordarkirina firotina petrolê li Herêma Kurdistanê) heman daxwazên me hene.”

Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya 15ê Sibata 2022an, ku bi sedema du giliyên hatine dayîn, yek ji wan vedigere pêştir 10 salan, hemû girêbestên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê û kompanyayên biyanî nedestûrî dibîne.

Ligel wê ya ku xala 111 a destûra Iraqê dibêje, petrol û gaz mulkê hemû xelkê Iraqê ye li hemû herêm û parêzgehan û xala 112an jî rê dide bi birêvebirina hevbeşane derxistina petrol û gazê li nav Herêm û navendê de, bi curekê dahat jî bi yeksanî û li gor nişteciyan bê dabeşkirin. Lê hikûmeta Iraqê ji 2014an ve beşa butçeyê ya Herêma Kurdistanê birî û niha jî mehane 200 milyar dînar dişîne.

Herwiha Peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zala derbarê êrişên mûşekî yên li ser hêzên Amerîkayê û xitimandina siyasî ya li Iraqê de pirsiyar kir.

Peyamnêrê Rûdawê li ser rewşa Iraqê pirs kir, ku nêzîkî 8 meh in hilbijartin tê kirin lê hikûmet nehatiye avakirin. “Insiyatîfeke nû ya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo lihevkirina li ser postê Serokomariya Iraqê heye, Amerîka piştevaniya wê dike? Gelo Amerîka çawa dikare di proseya derbaskirina xitimîna siyasî ya li Iraqê de bibe alîkar?”

Price got: “Em di wê baweriyê de ne ku giring e di proseyê de pêşketin çêbibin daku pêwîstiyên xelkê Iraqê bi awayekî bi bandor û bilez werin cîbicîkirin.”

Çekdarên nenas şeva Duşemê bi mûşekan êrîşî bingeheke hêzên hevpeymanîyê li parêzgeha Enbarê kirin. Çavkaniyekî hevpeymaniyê ji Rûdawê re ragihand ku 5 mûşek li derveyî baregehê ketine.

Berdevkê Wezareta Derve got “Ez dikarim piştrast bikim ku baregeheke Îraqî ya şêwirmendên hevpeymanîya navdewletî şeva borî hat êrîş kirin; li gor ku em têdigihin, ti ziyanên canî çênebûn.”

Back to top button