Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye (PDKT) Seid Elçî rojek wek îro, ji berî niha 51 salî encama komployek tarî ji aliye Dr.Şivan û hevalên wî ve hate şehid kirin.
Elçî 1ê Hezîrana 1971ê li başûrê Kurdistanê bi awayek hovana û hate qetil kirin.
Dema Elçî hatî şehîd kirin gotina xwe ya dawî dibêje: “ Dema ez ketim ser vê rêyê min dizaniya ezê rojekî werim kuştin, lê tu cara min texmîn nakira ku dê kuştina min destê kurde kî be.“
Gelek gotar û dîtinên cuda li ser şehidkirina Seid Elçî û hevalê wî Mihemedê Begê hatin nivîsandin û gotin.
Lê mixabin gelek caran jî hinek kesan Şehid kirina Elçî ji bo xwe kirin wek zeminek siyasî û berjewendiyên xwe destve anin. Gelek vekirîye dema mirov şehid kirina Seid Elçî û hevalê wî de behsa hinek navan neke yan jî hinek tişta nebêje, dîrok cardin rastiya heyî dertêxwe holê.
Bûyerek diltezîn bû, bûyerek bû ku gerek nebûye. Lê nabe mirov vê bûyerê weşêre û bide aliyekî. Gerek ev bûyer awayek rasteqênî werê gotin. Lê nabe tu cara ev bûyer bibe zemine hinek nakokiyên siyasî. Gerek Tevgera Azadixwaza Kurdistanê dersekî dîrokî ji vê bûyerê werbigire.
Seid Elçî mînaka welatparêziya Kurdan bû û herweha serwerê xeta netewî li bakurê Kurdistanê bû. Kesayetek fedakar û xebatkarek dilpakij û çalak bû.
Eger îro li bakurê Kurdistanê hêja tovên xetek netewî û Kurdistanî hebe encama xebata Seid Elçî ye.
Seîd Elçî di her tim wek rêberê xeta netewî li bakurê Kurdistanê dê di dile me de bijî û xebata û siyaseta wî ji bo me ronahiyekî ye.
Em Seid Elçî û hemû şehidên reya netewî bi rêzdarî bîrtînin.