Polîtîk

Em akiliyeta yek alî li Îraqê qebûl nakin

 

Li gora nûçeya KTV, Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê  Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyetek ji Konsulusxaneya Franseyê ya li Bexdayê bi Serokatiya Konsulusê vê welatî kir.

Di hevdîtineke de ku, Konsulusê nû yê Frnaseyê yê li Hewlêrê jî tê de beşdarbû, birêz Mesrûr Barzanî bixêrhatina heyeta mêwan bi taybetî Konsulusê nû yê Franseyê yê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Deverê û pêşkeftinên heyî yên li Îraqê jî hatin nirxandin û her du alî tekez li ser piştgîrî kirina daxwazên reva yên Gelên Deverê kirin û ragihandin ku, dibe kêşeyên heyî bi rêyên diyalog û rêbazên aştiyane werin çareserkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa emnî û ewlekarî ya Kurdistanê jî hate nirxandin û heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember rewşa baş ya Kurdistanê diyar kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî dezgehên peyvendîdar yên ser bi civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê kir û ragihand ku, ev dezgehên han karîne bi awayekî serkeftî erkên xwe cîhbicîh bikin û ev yek jî weke fakterekî gelek mezin û bihêze bo pêşkeftina Kurdistanê bi taybetî di warê abûrî û awedan kirinê de.

Heyet di berdewamiya axaftinên xwe de xweziya vê yekê jî xwestin ku, Dreverên din yên Îraqê jî bibin weke Kurdistanê.

Di derbarê kêşeyên heyî yên di navbera hewlêr û Bexdayê de jî Şewirmendê civata ewlekariya netewî birêz Mesrûr Barzanî ragihand ku, eqiliyeta takrew û tek alî bingeha tevahiya kêşeyên heyî yên li Îraqê ye û em bi ti awayî eqiliyeteke bi vê rengî qebûl nakin û tenê bi esas giritna demokrasî û cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê kêşeyên heyî tên çareserkirin.

Di dawiya vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî di her warî de kirin.

Back to top button