Li gel malbata Vedat Aydin

 

 

 Li gel malbata Vedat AYDIN                         

Vedat Aydin hê di xortaniya xwede bi awayek akadamik û demokratik di rêza pêşide tekoşerekî gelek çalak bu û li bajarê Diyarbakir dibistana mamosteyî ya bêşa diroke xilaskir, bu mamoste û dest bi xebata çalakiyên demokratik di nav guruba TÖB-DERE bu rêvebir û li Tirkîye 12 îlone 1980 derba leşkeri hat ser hukum. Vedat Aydin şeş meh bi şûnde leşker û polisên dewlete xebata wî tahmul nekirin wî xistin hepse heta sala 1984 çar salan işkenceyên gelek dijwar lêkirin, bişti ji hepse derket, ji girtiyên siyasiyanre li derva bi malbatên wanre timî alikar û çalak bu.

Li Irake, gelek kurd Jiber Qetlîyama Halabja hatibun li mintiqame bi cîh bubun û piştre miha nîsane 1991 bi hezaran kurd ji war û malên xwe derketibun Vedat Aydin jibo pişgiriye mitingekî mezin li dar xist û di mitîngede bi kurdî ji gel daxwaza hawarê kir jibo biraye xwey kurdê başur û ev buyera hati serê kurda bi tundî rureşkir, polis ew çaxjî tahmula peyvên wî nekirin, serê wî gelek xerab şikandibun mê wî bire nexweşxanê û di nav gelde bi awayek demokratik jibo hilbijartinên belediye xebatên hija rêva dibir, di mitingade her bi kurdî axaftin û propaganda  dikir.

Le hikme eskerî li her derî bi girtin, lêdan û kuştina li ser gel tehdît û tirs ro bi ro çiqa diçû, dihate zedekirin û avakirin, lê ew dev ji xebata xwey demokratik berneda û di nav gelde jibo haziriyên hilbijartinên şaredariyejî li dij partiyên sisteme bi awayekî serbixwe bi zimanê kurdî di mitingade vekirî xeber dida û digot qedexeya dewlete ya ser qedexeya namezatên demokrat û zimane kurdî li dij huquqêye û zilme bi deng li herderî bang dikir.

Li sala 1989 jibo vekirina komela mafên mirovan bi awayek çalak, dewrekî sereke leyist. 

Li Ankara bi navên delegasiyona mafên mirovan ên Diayarbakir ewî li hember hemu berpirsên delegasiyonan, hemu axaftina xwe bi zimanê kurdî kir, jiber vê axaftina wîya bi kurdî, di çapa netewîda deng veda û polis wî li wir girtin û du meh di hepsa merkeziya li Ankara girtî ma, ew delegasiyonên welate xeribjî bi vê meselê li welate xwe dan xeberdan. Malume ev deng vedana han rêvebirên dewleta Tirka gelek aciz kiri bu.

Vedat Aydin 5 tirmehe 1991 sê polisên sivil tevî çekên otomatik û telsizên di destade, bişev seat 23h45 tên wî ji malê dibin û du roj bi şûnda 7 tirmehe 1991 di bedena wîde bi gelek ciyan tahribatên xedar lê kirî û di defa singa wîda bi heşt guleyan kuşti, dervaye bajêr li qeraxa rê tê dîtin.

Wexta gel bi kuştina Vedat Aydin sah dike, bi sed hezara insan radibin ser piyan, jibo herin wî binin, lê esker, polis û tîmên sivil ne razibuna xwe diyar dikin û bi awayek vekirî jibo gel belawela bike bi silehên xwe bera xelke didin 7 kesî dikujin, bi sedan birindar, 55 kes ten girtin, 8 insan hunda û 8 rojnemevanên mintiqe jî wan çar birindar makinewanên kişandine ji wan hat standin û şikandin. 

Pişti vê buyerê, çi serokên komelên demokratik, parlementer, rojnemevan, dixtor, esnaf, karker, cotkar û dewlemenden xwey karên mezin û hemu curêyen demokratên esil kurd êdî li Tirkîyê kuştinên wan, bi dehan, sedan û bi hezaran tên înfaz kirin.

Li Tirkîye, eva 22 salê biryardar, perpirsiyare van kuştinan, hindakirin û birindarkirina van însanan nahatine girtin û tu kes nêhatiye mahkeme kirin û Dewleta Tirkî jibo xwe ji van kuştina pakij bike û bide jibir kirin, her tim bi metodên nê rast, li baş goye xwe davêje.

Û bi serdejî li Tirkîye ew malbatên  kesên wan hatine qetilkirin, jiber ku timî li du qisasê xwe digerin, gelek cara ewjî, ji alîyên polis û memurên dewlete ve bi kuştin û girtine hatine tehdît kirin.

Suayip Adlig

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nerîna min :