Cîhan
Lefkowitz û Brian xelata Nobelê girtin
Xelata kîmyayê ya Nobelê ya sala 2012an çû ji du zanyarên amerîkî Robert J Lefkowitz û Brian K Kobilka re.
Sekreterê dewamî yê Akademîya Zanyarîyê ya Qiralîyetê li Stockholmê Staffan Nordmark li pêşberî komek mezin ya rojnamevanan ragihand ku ji ber xebata wan ya derbarê reseptorên girêdayî proteîna G ew xelatê didin van herdu zanyaran.
Lefkowitz û Kobilka bi lêkolînên xwe kifş kirine ku reseptorên ku wergirên şaneyan e dikin ku şane hawîrdora xwe nas bikin û xwe li gor wê biguncînin, adapte bikin.
Xelatên fizîkê û derman yê Nobelê duh û pêr hatibûn eşkerekirin. Xelatên wêje û aştîyê vê hefteyê û yê aborîyê destpêka heftîya bê tên dîyarkirin.
Xelata kîmyayê ya Nobelê ji 1901ê ve tê dayîn û ji hingî ve tenê çar jinan ew wergirtine.