Egid: Divê Sûriye li ser bingeha hevpariyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ava bibe
Nûnerê ENKSê di danûstandinên Cenêvê de Hewas Egîd ku yek ji 3 kesên şanda Îtîlafê ligel De Mistura civiyabû ji K24ê re ragihand û got: “Di civîna ligel De Mistura de, pirs Kurd bi berferehî hate guftûgokirin. Me hevpeymaniya di navbera ENKS û Îtîlafê de jî nîşanî De Mistur kir. Herwiha nêrîna Desteya Danûstandinê a Londonê û nerazîbûna ENKSê ya derbarê wê de jî hate guftûgokirin.”Egîd got: “Me ligel De Mistura tekezî li ser wê yekê kir ku, bingeha sereke ya herî kêm bo danûstandinan ew be, ku Sûriye li ser bingeha hevpariyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ava bibe.”Herwiha Egîd amaje bi wê de, wan nameyek taybet ya ENKSê bi herdu zimanên Eerbî û Îngilîzî radestî De Mistura kir, ku di wê nameyê de nêrîna ENKSê ya siyasî derbarê pêşeroja Sûriyê de bi zelalî heye. https://www.youtube.com/watch?time_continue=3&v=ZEvQl6COOHM