Civak
Di navbera Bakur û Başûr de deriyek nû vedibe
Qaymiqamê Mêrge SorêbXefûr Ehmed ji BasNewsê re ragehand ku, bi razîbûna Hikumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê deriyê sînorî di navbera Mêrge Sor û Şemzînanê de tê vekirin, biryara wê yekê jî sala 2014 hatibû derkirin, di heman sale de jî Parêzgarê Hewlêrê serdana Parêzgeha Hekarê kir û hevdîtin pêkanî.Xefûr Ehmed da zanîn ku, bi sedema hatina DAIŞê û derketina kirîza darayî nekaribûn karê deriyê sînorî ji aliyê Herêma Kurdistanê bi dawîbikin, lê ji aliyê Tirkiyê bi kar bi dawî bibû.Herwiha Qaymiqamê Mêrge Sorê Xefûr Ehmed ew yeke jî da zanîn berî niha şandeka Wezareta Navxwe û Parêzgarê Hewlêrê serdana deverê kiribûn û razîbûn ku, di destpêkê de rêuek di nava Şemzînan- Mêrge Sor bo çûnûhatina welatiyan were vekirin, biryare di heftiya bê de şandeke din serdana Mêrge Sorê bike daku, karûbarên deriyê sînorî bi rêvebibin.