Nivîsar

Civaka Êzdî ji teva pirtir gereke ji bo serxwebûna Kurdistanê tevbigere

Eskerê Boyîk Ji pey sê salê kereseta Șengalê ra pirsgirêka çareserkirna bextê Șengalê û civaka  êzdiyan êdî hatye ser textê siyasetê. Rex wê xezeba giran a gewre, wan êșa, wê malwêranyê û undayên mezin hinek rêyên erênî jî bo çaresrkirinê çê bûne.Em gișk jî tev temamiya mirovaya cihanê bûn şedê wê tiragêdiya bê çap ȗ sînor, ku 3.08. 2014  DAÎȘ a Îslamî, ya bê dîn û îman, bi piștgirya hinek dewlet, hêz û organîzasyonê musulman anîn serê Ezdiyên Şengalê, evdên bê sûc-gune. Her bȗyar li ber çavê me pêk hatin. Her weșîtî cihanê bi çavê xwe dît. Keraseta Şengalê Ȇzdî li ber qeziya nebȗnê dan sekinandin. Ji cî – warê wanî kal- bavan, dewsa lingek erd bin piyê wan da mabȗ ew jî keta bin qezya nemanê.Nanê êzdiya helal e. Dîrokê da kê bi navê êzdiya ra lîstiye xêr nedîtiye… Yên xwestine êzdiyan biqelînin, tune bikin, ew bi xwe ber wê kereseta qelandinê sekinîn e.Nava wê dojê ra civaka Êzdî bi serfirazî û rûmet derbaz bûn, lê yên bi navê îslamê berê șûrê xwe dane Êzdiyan rezîl bûn…Dîroka dijwer Êzdî hînî jiyana dijwer  kirin e. Eva birîna nû nîne ya bi hezara sala ne. Êzdî li ber her dijweryan teyax in, qewat in… Van sala mirovaya cihanê (hin xêrxwezan  û hin jî nexwezan) ev hemû li ber çavê xwe dîtin.… Ev QETLYAM  yek ji wan sedan komkujiyên xezeb bû, ku dîrokê da deshilatdarên îslamê heqê êzdiyan da pêk anîne, cudatî  vê carê ew bû, ku cihana azadîhiz zû ji wê xezeb û hovîtiyê hesya, gelê kurd jî șașya xwe ya bi dewrana texmîn kir, ew weșên hov hêlîna wan da fetisandin. Dema fermanê berê êzdî tenê, birîndar, bêçar tev êș û birînê xwe, bê alîkarî û bê pișt diman, kes wê neheqiyê û hovûtiyê jî nedihisya, kesî neheq sûcdar jî nedikir…Vê carê teherekî din bû.Em tev jî zanin çi bûye, niha halê ȘENGAL ê, șengaliyan û civaka êzdiyan çawan e?Eva demeke dirêj e gișk hîvya dewî anîna șerê Mûsilê ne, ji gemara DAÎȘ ê paqijkiina wê hêlînê, ku pirsgirêka Șengalê jî bi pirsgirêkê Mûsilê va çareser bibe.Dewletên gewre, organîzasyon-saziyên navnetewî tevî deshilatdarya Herêma Kurdistan ê û hukumdarya   dewleta Îraqê  dixwezin pirsgirêka êzdiya ra çareserîkê bibînin. Gurûpên êzdiyan jî wê meydanê da  aktîvî tev digerin. Eva baș e, Êzdî xwedî li pirsgirêka civaka xwe dertên, wek berê pirsgirêk bêxwedî hîvya rehma dilê “xelkê”nahêlin. Lê ya xirab ewe, ku wê pirsê da di nava girûpên êzdiyan da tifaq û yekdengî nîne, dijî hevin. Serokatîke olî- civakî, siyasî ya kamil, bi qedir û rûmet nîne, ku civakê pey xwe bive. Kê rabiye xwera girûbek bi hevalê xwe ava kirye û serê vê civaka birîndar kirye bela. Pișt wan teva dewlet û qewatê xweyî berjewendî  sekinîne. Ew tev jî xweyê mediya bi hêz in, civîn û konfêransa dijî hev çê dikin,civak  dijî hev kirin e çend perça. Bi rêyên așkere û dizîva xwe digihînin  hêzên navnetewî, heta neyarên êzdiyan ra jî dikevin hevkariyê. Li nava Êzdiyan da li ser xûna cahgoryan piropagandake bêtifaqiyê ya dijî hev tê meșînin.Xeletîk kare ji bo pêșiroja êzdiyan, bi xelet çareserkirina pirsgirêkê bibe keresetek nû, șașîke dîrokî û her tișt bê teribandin, xûn, hêsir û azara bi hezara șihîdan arzan here. Min qirar kiribû xwe dûrî vê pirsê û vî babetî bigrim.Bê maqûlî di nav hinek gurûpên êzdiyan da çê bûne, ne hurmet maye, ne emirê mezin, ne zanebûn, ne qedir, ne qîmet, ne jî șerm. Tu hidûdê morala îsanî nayê naskirin. Hema yek fikireke ne gorî xwestin û dilê wan girûpa dibêje, bi peyvên bêhurmetyê, yê ne maqûl vîalî-wîalî “ mirîdê” xwe berî mirov didin. Kes xêncî xwe naxweze fikireke  din bibihî, fikireke cude ra hesab rûnê. Eger tu bi dilê wan ne axivî wusa ne tu dijminê wan î, dijminê êzdiyatiyê î,  TV jî yê wan û xweyê wan  in. TV Kurda jî yê bêteref tune ne. Riya TV wan ber te dadayî ne.Ji bo bêterefya min her rêye mediyayê ber min dadayî ne. Mecaleke ragihandinê ya bêteref: TV, radiyo, rojneme jî nîne mirov xwe bigihîne guhdara, xwendevana, fikira xwe wan ra bêje.Maye tek facebook.Ez wek nivîskarekî  vê dema dîrokî da, ku bextê civaka min hatiye meydanê,  nikarim li rex pirsgiêkê ra bêxem derbaz bim û fikira xwe nebêjim.Van 20-25 salê dewyê, ez di nava civaka êzdiyan da bi kûrayî pirsgirêkê dîrok, çand, bawarî, dêmogirafî, civaksazî û pirsên êzdîtiyê yên din va mijûl bûme, rastî rêvabir , oldar, zane, rewșenbîrên Êzdiyan yên sereke û xweyîgotin hatim e, wan ra li ser pirsên êzdîtiyê kûr mijûl bû me. Min wek zanîna xwe helaqetyên vê civakê yê dîrokî tevî gelên dagerkirên Kurdistanê, gel ol û bawaryên cînarên Êzdiyan, ferman, me’nî û sebebên rakirina fermanan, komkujiyan lêkolîn kirye û ev fikirê min ciyê vala yanê ber berjewandiyên șexsî û hizra miletî, olî yan kela neheqiyên ku hatine serê Șengalê û civaka Êzdiyan nînin. Rind tê xanê ku dewletê dagerkirê Kurdistanê: fariz, tîrk, ereb berjewendiyên wan vê pirsê da hene. Derdê wan  Êzdi  nînin,/Êzdî wusa jî bê hêz bûne/ derd berjewandiyê wan in, çawa bikin ku Kurdistanê bin nîrê xwe da bihêlin, para wan weletê Kurda da pir be, dutîretiyê û bêtifaqyê bikin nav gelê Kurd, nehêlin Bașûrê Kurdistanê bigihîje serxwebûn ê. Hinek cînar jî, ku xwe dostê Êzdiya didine kivșê, Êzdiya ra bûne ciyê piropaganda dijî netewetiyê wan,  êzdiyan ra xêrnexwezan jî xêrnexweztir in… Her kes dixweze gor berjewandiyên wan pirsgirêka Șengalê û Êzdiyan çareser bibe. Eger her êzdîk bi kara êzdîtiyê û bi çavê vekirî li der dorê xwe binhêre, bifikire wê van hemû berjewandiyan  bibîne.Hêzên Kurdî jî ne ewqas bo berjewandiyên netewî, lê kara xweye rojan e û bi kîna dijî hev bextê Êzdiya ra dilîzin.Evan tev nava girûpên me êzdiya da bi aktîvî dixebitin, girûpên Êzdiyan payê pirê diçin cem wan, wanva girêdayî ne, alîkariyê ji wan dixwezin û gorî xwestin  berjewandiyên  wan tev digerin. Bi dewr û zemana meremê xelîfên Ereba, Șahên Ecema û Sultanên Osmaniyê qelandina Êzdiyan bûye. Bûyarên dîrokê, fermanên komkujiyê șehde ne. Em difikirîn ku sedsala 21 ê da ew hovîtî wê newekilin, lê çawa me dît cihana îslamê  DAÎȘ çê kir û wek hezar sal berê berê șûrê xwe, berê ewil dan Kurdistanê: êzdiyan.Wusa ne kîjan Êzdî, kîjan grûpên Êzdiyan bextê Êzdiyan dixweze wan dewleta û gela va girê bidin, kîjan girûp ber berjewandiyên xwe  yên girûpî soz û gotinên wan “bawar” dikin, dibin çeka destê neyarê êzdatiyê, êzdiya dîsa li ber qelandinên nû didin sekinandin. Berê hinek girûpên êzdiyan jî  derva ye.Dixwezin êzdiyan ji axa wan biqetînin, cihanê belakin.Eva 30-40 sale Êzdiyan berê xwe dane welatên Ewropayê, Rûsiyayê, Amêrîkayê, Avstiralyayê, cihanê da bela dibîn. Van dewletan da saya qirar û qanûnên wan yê dêmokiratîk, xweyîkirin a mafê mirovan, êzdiyara jî mecalê jiyanê yê normal ҫê dibin. Ji bo bawaryê kes teh’dê êzdiyan nake, kar heye, aborî ji xirab nîne, lê vira ji ziman, bawarî , erf-edet, xeyset, kesayetî, derbazkirina eyd-erefatan, zargotin dikevin bin qeziya undabûnê.  Êzdî dibine wek evdê wan dewlet û welatan. Ҫiqas ji ew dewlet dêmokiratîk bin, , nikarin her xwestinê parastina êzdiyatiyê cî bînin… Armanca her welatekî ye penaberên nava xwe Intêgire bike, bike wak gelê xwe… Dewya dewî helandin  undabn e. Helandin, undabûneke xweș.Șûrê kokbiriyê dibe șekirê undabûnê.Gelê ku erdê xwe, welatê xwe, k’oka xwe qetya dewya wî undabûn e,wusane Êzdî gerekê Șengal û Șêxanê wek ronaya çavê xwe xweyîkin. Ew çûn êzdîtî jî namîne. Çawa eyan dibe bo çareserkirina pirsgirêka Șengalê du rê têne destnîșankirin: yan bimînin di nav dewleta Îraqî, bin deshilatdariya Bexdayê, ereba, yan bigihîjin Herema Kurdistan e.Berê Êzdiyan dayîn Bexdayê rêya here xelet û xeter e. Îraq weletekî erebâ ye, bingeha dewletê șeryet û îslam e. Tu tiștekî êzdiyan û wan tev tune: ne ziman, ne welat, ne folklor, ne xeyset, ne dîrok, ne bingeh, ne xûn. Tenê dîrokê da wana fermanê êzdiyan rakirin e. Wê demê Șengalê bibe wek Qerebaxa Ermenya, wê salên dirêj,  qurbanyên mezinê bixwezin bo rastikirina vê șașiyê. Salê demezirandina  dewleta Sovêtê komûnîsta û bo berjewendiyên dewleta Sovêtê û hinek dewletên cînar Qerebax hîștin  bin deshilatdarya Azerbêcanê. Raste qewl qirarê dewleta sovêtê li her rêspûblîkeke Sovêtê da bin sîbara Moskivayê  weke hev bûn, lê ziman, kûltûra, çand yek nîbûn. Di nav 65-70 salî da, xelkê Qarabaxê, yê ermenî her neheqî  di dest deshilatdarya Bekûyê  dîtin. Zêryan. Heta pirtûkên dersa jî ji Ermenistanê dibistanên ermeniyê Qerebaxê ra dișandin. Karê kûltûeî-çandî himlî Ermenistanê wanra dikir, xort dihatin Ermenistanê dixwendin. Astengî pêșya pêșdaçûyîna zimanê ermenî derdixistin, nedihîștin lêkolîn ser dîrok û çanda ermeniya bihata kirin. Her pirsê kûltûrî-çhandî yên ermenyên Qarabaxê Bekûyê da azirya gorî kara xwe, bi çavê helandinê dinhêrîn. Niha jî em dibînin bi çi qurbaniyan Qerebaxî dixwezin wê șașiya dîrokî rastkin.Dîroka Kurdistana Sor jî mînakeke hêja ye.Wan ew “kurdistan” pêçekê da fetisandin.Șengalê da tu îdareke kurmancî bi zimanê êzdiyan nîne. Ziman, perwede, elfeba, gișk erebî ne.. Dibistan gișk erebî bûne.Heta niha jî Edebyeta ereba ya sîyasî, olî,edebî û dîrokî da êzdiyatiyê wek șaxekî misulmanyê dinhêrin. Êzdiyan wek ereb dibînin.Ji pey herba cihanî ya ewlin ra bawarkî êdî 100 sal derbas bûye. Dewleta Îreqê çê bû, çawa Kurdistana Bașûr wusa jî navê da Șêxan û Șengal ketin bin  deshilatdarya Bexdayê .Wê demê da heta niha Mûsil bû bajarekî ereba, Kurdên musulman, çiqas jî bawarya wan û ereba yek e (bi mîlyona) șer dikin ji bo mafê xwe yê îsanî… Temamya gelê Kurd nikare ji zulma Ereba ya 1400 salî xilaz be, îcar em çend hezar êzdîyê feqîrê çi bikin?  Nava wî sed salî da gelo xêncî xirabyê, hilșandin-wêrankirinê Bexdayê tiștekî qenc ji bo șênbûna  Șengalê û halxweșiya șengaliyan, bo parastina ziman, ol, çand, nasnema êzdiya kirye?Șengal Bexdayê va hat girêdan tê wetêya erebkirina Șengalê.Cî û warên Êzdiyên Bașûr wê bibin du perçe. Șengal, Șêxan û Lalișa Nûranî ji hev wê bên qetandin.Êdî ez nabêjim vê dîroka 1400 salî da fermanên li ser êzdiyan hîmlî ji Bexdayê û Mûsilê dest pê bûne.Bi sedan sala dewsa navê “êzdî” “dasinî” dihate kêranîn…Gayê reș çermê xwe naguhere. Ciyê Êzdiyan, Șengalê, Êzdîxanê bi statuyek bi tebyet welatê wan e, axa wane kal-bavan- Kurdistan e. Kurdistan çiqas welatê Kurdên musulman e hezar carî ewqas cî û warê êzdiyan e. Li ser her kevirekî Kurdistanê xûna evdên êzdî heye. Ezdi hin bi zimanê xwe, çanda xwe, bawarya xwe, xeysetê xwe, kilam-reqas, folklora xwe ewledê wê ax û avê ne, ruh û fikirandina wan, îman-axreta wan kurmanciya wan e șîrin e. Êzdî li kîjan welatî bin sibê radibin duea’ xwe bi kurmanciya kal û bavên xwe dikin, bi kurmanciya xwe Xwedayê xwe ra diaxivin. Kê dixweze Êzdiya ji welatê wan bașqe bike xêrxwezê êzdîtiyê nîne, li ber Xwedê jorin jî gunekî pir mezin dike. Gelo dema Șîxadî da çima zimanê bawariya êzdiyatiyê kurmancî ma?Gelo wê demê Êzdiya çima xwe nespartin ereba, zimanê erebî nekirin  zimanê bawarya xwe… Zanibûn kirina wê gavê wê bibe dewya Êzdatiyê. Xasê Êzdiya yê wê demê ew rind têdigihîștin.  Gelo zimanê têkstên me yên pîroz bibûna erebî  heta niha wê evdek êzdî bima? Nav jî nedima… Ez bawarim kurdekî kurmancî axiv nedima. Dîrok hindava êzdiya da pir neheq bûye. Ez wê dîroka bi xûnê, neheqiyê, weșîtiyê nivîsî rind zanim.Eva 1400 sale ne tenê Êzdî lê temamya gelî Kurd li nav xûna xwe ra dimeșin. Kurdê musulman  bi xwe jî  bi berçavkên sexte nava  vî halê malwêran da xwe dixapînin. Kê kurda qir dikin?Kê gund û bajarê Kurda wêran dikin? Kê Kurdistanê da zimanê Kurda dibirin ? Kê Kurdistan wa kirye ciyê nezaniyê û wêranyê? Kê nahêlin kurd bigihîjin tu mafî? Kê dutîretiyê nava kurda da çê dikin? Kê kurda bi destê Kurdan  didin qirkirin?… Gelo li kîjan wekatî ewqas goristanê bi kom hene?Kê dewsa qesir û bircê çandê û kûltûrayê ew goristan kurda ra ava kirine? Kîjan welet û gel bûye ewqas perça? Kê  kurdîtî, navê kurda da li ber çavê kurda reș kirye… Gelo li nava kîjan gelî da kokbirê gelê xwe ewqas zêde ne?Çima  DAÎȘ ê berê șûrê xwe da temamiya Kurdistanê. Kobabî kê wêran kir?Gelo Kobanî jî bajarê êzdiya bû.Niha bawarkî temamya Kurdistanê da șerekî giran e… Kurd temamiya Kurdistanê da șerkariya hebûn-nebûnê didin.  Herema Kurdistanê rêya têkoșînê ye dijwer ra derbas dibe . Wezîfa dîrokî ya pir giran  para vî nivșê  Kurda  ketiye.Pêșiyê Kurdan mîrateke malwêran ya hezarê salan vî nivșî ra hîștiye.Miryê gora jî sebeb û bersîva van pirsgirêka zanin.Heta dewleta Kurda ya netewî nîbe, heta qeder û bextê kurda destê kurda da nîbe, heta perwerda kurda ya bi zimanê dê, ya netewî nîbe,heta kurd dîroka xwe xweș nizanbin, heta kurd ji xwera welatekî kurdewarî, azad, dêmokirasî ava nekin, heta Kurdistan li nav vê hezeka nezanyê, eșîretiyê, olperestiyê derneyê, heta, heta, heta…halê temamya gelê kurd wê wa be.Kê ji mala xwe rabe wê bext û pêșîroja Kurda ra bilîze. Kurdistana îro jî Êzdiya ra rûnê helandî nîne…Heta rastî rast neyê gotin rastî çê nabe, rastî ser nakeve.Me ber çavê xwe dît van salê dewyê dema deshilatdarya Kurdan Bașûr çi hate serê Êzdiyên Șêxan û Șengalê.Em çend bûyara ji bîr bînin: Bûyarên li Șêxanê, Çîroka keça Ȇzdî ku bû bela serê Ȇzdiyan, 24 karkirên Ȇzdî, bo ku êzdî bûn  birin li ber derê mizgevta  Mûsilê bi hovîtî kuștin, bûyarê Zaxoyê, qetlyama Gire Zêr û Siba Șêx Xidirê ya 14 tebaxê 2007 a, û dewyê jî ev xezeba Șengalê ya here mezin.Dema komkujiyê jî  hinek șașî hatine kirin  /lê ne ji alyê gel lê alyê hêzan va/. Wan șașiya tifaqa gel wêran kirin, bawarI șikênandin.Dîroka dewrana ya bi komkujiyan dagirtî jî tiștakî xêr nayne bîra mirov. Ev birîn kevn û bi êș e. Eger gelê kurd ji bo kurdîtya xwe bi dewrana alyê dagerkir û cînara  va hatie zêrandin, qirkirin, pelçiqandin lê êzdî hin ji bo netewa   xwe, hin ji bo nav, ziman  û bawarya xwe. Kujarê wan tenê dagerkir nî bûne, ji dagerkira bêtir qewmê wan kurdên musulman bûn e.Dewrana 21 ê, geșbûna bizava gelê kurd ya azadaryê,derketina wan li ewropayê, xwendin û zanebûnên rastî ê, têgihîștin a kara netewetiyê, berçevkê olperestiyê yê sexte ji ber çavê gelê kurd anîne xarê u gel rastiya xwe dît.  Ew yek dema vê komkujiya DAÎȘ ê baștir hate xanê. Gel dêm û armancên neyarê netewa xwe rind dîtin û neyarê netewî nas kirin. Vê Komkujiya êzdiyan li nava gelê kurd da guhestineke ruhî, netewî ya erênî anî holê. Di komkujiyên din da Kurdên musulman jî tevî hêzên neyarê êzdiya dibûn û bi navê olê komkujî pêk tanîn. Vê komkujiyê da ruhê netewiyê alt kir û payê kurdayî pirê rabûne pișta êzdiyan, hewara êzdiya hatin. Ji her qulçekî Kurdistanê alîkarî, piștgirya aborî û moralî hate kirin. Xelkê Zaxoyê û Dihokê derê xwe li ber birayê xwe Êzdî vekirin û nanê neferê xwe êzdiya ra pare vekirin . gel fem kir ku ew komkujîya îslamê dijî temamya netewa Kurd e. Niha Șingal vala ye, li Șengala wêran dewsa șengalyan  hêzên partiya yên çekdar in, , Hinek warê Șengalê hê jî  ji DAÎȘ a azad nebûne…Bi hezara jin zarê êzdiyan hê jî destê DAÎȘ a da nava zulm û xezebê da dizêrin. Heta niha jî tu pirsgirêkeke Şengaliya nehatiye çareserkirin.Nîv mîlyon evdê bê sûc û gune, weletê xwe da penaber  malwêran in, bin çadira da, bê hîvî, bê guman, roj ȗ emrê xwe dimaşînin.Hezaran zarokê sêwî, bêxwedî, bê cî –star mane hîvya rehma Xwede.Gund ȗ bajarê wêranbȗyî, talankirî, bêruhkirî nizanin kêyê bive xweyê wan.Gorên kom ku li ser her gavekê tên dîtin, Ȇzdî nikarin cangoriyê xwe jî bibin xweyî.Karvanên êzdiyên welatê xwe terk dikin, bê hîvyên paşîrojê bi hêsir ȗ girî dikşin berbi Ewropayê…Mirov nizane kîjanê bêje, kîjanê bihêle…Dew ȗ doza partiyayên Kurda yê çekdar ser Şengalê, Ȇzdî rakirin e dijî hev, çika bi xȗna êzdiyan  ji wan kêyê dibe xweyê Şengala wêran…Tevî vê bingehê hê-hê jî  Heremê da çiqas jî êzdiyan “Kurdên ressen” nav dikin, lê bi rastiyê  “Kurdên reben” in.Helbet çareserkirna pirsa Șengalê gerekê destê șengaliyada be. Biryara çaranûsa xwe ew gerekê bidin.Ez wek nivîskarekî Kurd û evdekî êzdî çareserkirna pirsgirêkê wa dibînim:Niha da /deregî jî ketiye/ rex hukumata Herema Kurdistanê, bi  çavdêrya Serokkomar û Serokwezîr komîsyonek bê avakirina bo çareserkirin a pirsgirêkên Șengalê.Șengal û Șêxan, ku tên navkirin wek Êzdîxane gerekê ji walatê wan Kurdistanê neyê qetandin.Ji bo bawariya Êzdiyan kurdîtiya wan, netewa wan, walatê wan nemaye, gotin û sozên kesî bawar nakin, bo amintî çêbe  pêwîste  bo Êzdîxanê statûyek tebyet, bi dilê xelkên Șengal ê bê destnîșankirin.Ewlekarya xelkên êzdî  gerekê bê  garantîkirin.Ev pirsgirêk ne ku bi soz, gotinên serok, rêvabira, serokên partiya, oldaran, axa-began lê bi parlamênt, destûr-qanûnên dewletê /dewleta serbixwe, fêdêrasyon/ bi beșdarya sazyên navnetewî bê garantîkirin.Rêvabirî û parastina Êzdîxanê  bispêrin Êzdiyan.Codetî û piropaganda cudaxwezyê di nav olên Kurdistanî da bi destûrî-qanûnî bê qedexekirin. Șexsyet û sazyê wê piropagandayê bikin bi giranî bên cezakirin.Ola êzdîtiyê wek oleke Mêzopotaniyêye ya pîroz  bi parlamêntî, destûrî bê naskirin.Mecala saz bikin ku Êzdiyên cihanê bela bûyî welatê wan Kurdistanê va bên girêdan.Êzdî wek hesavê xwe beșdarî rêvabirin û parastina Herema Kurdistanê  bibin.Ji bo hinek xisûsyên vê civakê hene, mecal bên sazkin bo perwerdê, lêkolînên çandî, dîrokî, bi serbestî derbazkirina eyd-erefatan û hivd.Wê bașbibe, çawa sala 1924 rêspûblîkayên weletê Sovêtê bi destûr û qanûna hevva hatin girêdan wusa jî mesela Șengalê da pêk bihata …Ev hemû qewlê serxwebûn û dewletbûnê da karin bi hêsanî mîaser bibin.Wusa ne civaka Êzdî ji her kurdekî pirtir gereke ji bo serxwebûna Kurdistanê tevbigere.12.05. 2017                       

Back to top button