Civak
Efserê kujer bi muebetê hat cezakirin
Sala 1992-ê li gundê Bismila qezaya Diyarbekirê du bira ji aliyê cendirman ve hatin binçav kirin. Herdu bira hatin îşkence kirin, Abdulkadir Kurt ê 36 salî di bin îşkenceyê de hat kuştin. Dema îşkence lê dikirin hewara xwe gihand birayê xwe û got“ Ax bira ev min dikujin“ ev bû axavtina Abdulkadir Kurt ya dawî û jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê efserê leşkerî de ji bo vê kuştinê doz hate vekirin. Vê doze tam 16 salan berdewam kir. !4 leşker ji vê doze azad bûn. Lê efserê bi nave Salih Uner tawanbar hate dîtin û dadgehê cezayê zindana muebet da vî efserî. Heta jiyana wî hebê dê di zîndanê de be.
Di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de ev cara yekem e ku efserek bi ji bo kuştina kurdekî bi vî cezayê giran tê cezakirin.