Memûzîn bi rave û şîroveyeke nû weşiya

Şahesera Ehmedê Xanî û jêdera hest û ramanên kurdayetiyê berhema navdar Memûzîn, bi rave û şîroveye nû ji Nûbiharê derçû.
Berhema ku hetanî îro bûye dabaşa gelek xebat û vekolînan û ji destpêka sedsala bîstan û vir ve bûye sedemê nîqaşên dûrûdirêj, ji hêla weşanên Nûbiharê ve, bi ravekirin û şîrovekirineke nû û nûjen ya ji aliyê nivîskar û vekolerê kurd û pisporê klasîkên kurdî Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin, weşiya.
Di vê xebatê de, li bin metnê orjînal danberheva 10 nusxeyan, yeko yeko ravekirina peyvan, ciwankariya edebî ya di metnê de û dawiyê jî şîrovekirina wê hatiye kirin.
Hevnasîna amadeker û şirovekerê vê xebatê Cîhanî û Memûzînê digihîje heyamên zarokîtiya wî. Cîhanî ji wê demê ve ye hevnasê Memûzînê ye û cara pêşî di sala 1988an de xebatek li ser Memûzînê ji weşanên Selaheddînê Eyyûbî daye weşandinê.
Xebata li ser vê berhemê hatiye kirin bi kurtasî wiha ye:
- Li ber deh destnivîs û çapan hatiye hevrûkirin.
- Peyvên ku di deqa Memûzînê de nayên zanîn yek bi yek hatine ravekirin.
- Hilsengandina metnê helbestê ji hêla ciwankariya toreyî û estetîka edebî ve bi hûrgilî hatiye dayîn.
- Bi awayekî gelemperî şîrovekirina helbestê û mebesta daner di emilandina peyv û tabîran de bi metodekî ilmî û bi hûrbînî hatiye dayîn.
Herwiha, ev xebat di warê xwe de yekem û tekane ye ku bi tîpên latînî û zaravayê Kurmancî diweşe…
Berhem: Mem û Zîn
Nivîskar: Perwîz Cîhanî
Rûpel: 1050
Weşanxane: Nûbihar
ISBN: 9789944360722
Têbînî: Weşanên Nûbiharê, ji xeynî vê xebatê bi nêzî deh xebatên xwe yî nû beşdarî fûara pirtûkan ya Tüyapê dibe. Salon: 2. No: 608-B