Cîhan

Cotkarên Kurdistanê li Londonê

Şandeyeke herêma Kurdistanê kû ji nûnerên wezareta zîraetê, wezareta çavkaniyên avê, nûnerên kertê taybet û cotkarên Kurdistanê pêkhatibû, beşdarî di pêşangeha Excel ya navdewletî li Londonê kir û di pêşangehê de fêkî (sêv, tirî û hinar), sebze û hingivê Kurdistanê hat nîşandan.

Di çarçoveyê pêşangehê de, şandeya herêma Kurdistanê di semînarekê de ku, kompaniyên berîtanî û cîhanî amade bûn, rewşa zîraeta herêma Kurdistanê bi dirêjî û hûrgilî hat behis kirin.

Tom Hardy rawêjkarê civata wezîrên herêma Kurdistanê di peyevekê de got ku hikûmeta herêma Kurdistanê gelek hêsankariya ji şirket û kompaniyên biyanî re, ji bo ku învestkariyê li herêma Kurdistanê bikin gelek hêsankariyan dike:

– Li herêma Kurdistanê erdê saxlem heye, çîneke cotkaran ya gênc heye, curên cida yên zebze û fêkî heye, lê pêwîstiya herêma Kurdistanê bi şarezayîya we û teknolojiya moderin ku bikarin berhemên xwe ji bo derve binêrên, heye.

Herwesa Hemîd Ebdulrehman serokê şandeya herêma Kurdistanê behsa rewşa zîraetê li herêma Kurdistanê kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi ware çandiniyê dide û heta dereceyeke baş ware çandiniyê li herêma Kurdistanê pêşketiye, lê pêwîstiya wê bi kompaniyên biyanî heye ku li herêma Kurdistanê di ware zîraetê de sermayeyê xwe bi razînin.

Pîşangeha EXCEL senterê pîşangehan û konferensên navdewletî ye. Îsal, sala siyê ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi berhemên cotkarên Kurdistanê ve beşdariyê di vê pîşangeha girin a navdewletî de dike.

Back to top button