Polîtîk

Tirkiye pişgiriya hewldanên Barzanî dike

Wezareta Derve ya Tirkiye di derbarê avakirina hukumeta Iraqê ya nû de daxuyaniyek balav kir û di vê daxuyaniyê de  pesnê hewldanên serokê Kurdistanê dikin û pişgiriyê didin pêşniyara Barzanî.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê de tê gotin ku, 7-ê adara 2010-ê hilbijartinên giştî li Iraqê pêkhatin, lê mixabin heta wek îro hukumeta nû nehatiye avakirin. Ev dibê sedemek mezin ji bo bê istiqrariyê li herêmê û Iraqê.

 Daxuyaniyê de tê gotin ku, dirêjbûna avakirina hukumeta û di ware civakî û aborî de zererek mezin dide  Iraqê. Pêşniyara serokê herêma Kurdistanê ya Mesud Barzanî ya ku, dibêje ew aliyên di hilbijartinan de serkeftîn bila li dora masayek giruver werin ba hev û vê pirsê çareser bikin, gelek di cih de ye û tê ragihandin ku Tirkiye pişgiriya van hewldanên Mesud Barzanî dike.

Back to top button