Êdî li esmanê 2 roj bi hev re xuya dibe
Stara herî geş ya bi navê Betelguese li benda teqînêye. Esmannasên pispor dan zanîn ku Betelgeuse kutle û sotemeniya winda kiriye yanî ber bi tinebûnê ve diçe.
Dema ku starekî bimire dibe sedema Novaya Super.
Li gor daxuyaniya mamostayê Fîzîk yê Zanîngeha Quennslandê Dr. Brad Carterê: Di rewşekî wihayê de li asîmanî dîtina Roja duwemîn jî pêkane.
Carter îdia dike ku dema ku stêrkek hêzên xwe winda bike teqînekî çêdibe û em dikarin li asîmanî herî kêm 2 hefta rojekî nû jî bibînin yan jî ji bo demekî dinya tarî nabe.
Zanyar di derbarê teqînê de wiha dibêje : Piştî teqînê ji cihekî gelekî dûrî dinyayê 1300 qulekî mezin çêbibe.
Lê belê piştî teqînê tenê perçeyên bê zirar digihîjê dinyayê. Ew perçeyên teqînê jî ne mimkune ji bo laş û dinyayê me zirarek bide. Heta perçeyên ku jê re dibêjin ‘’Notrîno’’ ji bo laş û dinyayê me bifeyde bibe.
Carter diyar dike ku jixwe gerdûn jî ji wê madeyê hatiye avakirin û perçeyên teqîn jî dibin zêr û zîv yan jî ûranyum. Laş û dinyayê me jî deyndarê Nuvaya Superê ye