Cîhan

Alozî piştî Tunisê gihîşt Albaniya jî

Protestoyên muxalefetê li paytaxta Albaniya (Arnavutî) Tîranê li ber avahiya serokwezîriyê didome. Piştî bûyerên protestoyî xwîn hate rijandin û hate diyar kirin ku heta niha 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Xwepêşandêrên muxelefetê li ser îdeayên dizîtiya Alîkarê Serokwezîrê bi daxwazên îstîfa û hilbijartinê li ber avahiya serokwezîrê dengên xwe berz dikin û li ser polêsan bi kevir û bi molotofan êrîş dikin, polês jî bi bombeyên gazê bersiva xwepêşandêran dide.

Xwepêşandêran seyareyên li ber serokwezîrê şewitandin û li ser avahî jî kevir barandin.

Bi hezaran xwepêşandêr bi dirûşmên hilbijartinê diqêrin.

Tevî pêşîgirtinê grûbekî xwepêşandêr li ber avahiya serokwezîrî li ser polêsan kevir, pêlav û molotof diavêjin. Di dema bûyerên de polêsên brîndar, ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Li Albaniyayê muxelefet bi pêşengiya Partiya Sosyalîstê piştî îdiayên dizîtiyê banga hilbijartinê kirîbûn.

Serokê Partiya Sosyalîstê Edî Rama daxwaz ji alîgirên xwe kirîbû ku protestoyên aştiyane bên kirin.

Di vê navberê de Balyozê  Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bang ji muxelefet û xwepêşandêran kir ku bi protestoyên aştiyanê nerazîbûnên xwe nîşan bidin û gotinên rojên dawî yên siyasetmedaran jî bi awayekî tundî şermezar kir.

Back to top button