Ebdî: Em neser PKKê ve ne..! Gelo…?

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çavpêkeftinekê bi ajansa Asotiated Pressê re dike û pê re danûstandinan li ser Sûriyeya nû û hin mijarên girêdayî rewşa wê û paşeroja wê dike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çavpêkeftinekê de bi ajansa Asotiated Pressê re got, “Nehêlana Rijêma Esed pêngaveke giring û dîrokî bû, ji ber ku daxwaza gelê Sûriyeyê bû.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwesa got, “Em hêvîdar in Sûriyeyeke nû bê avakirin, ne ku her eynî ezmûna Rijêma Beis bê dubarekirin.”
Mezlûm Ebdî di derheqa danana Ehmed Şera wekî Serokê Sûriyeyê yê nû de jî got, “Em tevlî danana Ehmed Şera wekî Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz nebûn, lewma çi gotinan li ser vê mijarê nakin.”
Navbirî di derheqa danûstandinên navbera wan û îdareya nû ya Sûriyeyê de jî amaje da, “Hevdîtin dê berdewam bin, di navbera me de navbeynkar hene, nêzîkbûna me bi Hikûmeta Şamê re jî dê li ser encam û destkeftiyan be.”
Fermandarê Giştî yê HSDê li ser çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ragehand, “Me çi arêşeyek nîne ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin pareke sîstema bergiriyê ya Sûriyeyê û em dê bibin pareke pêkhateya Wezareta Bergiriyê, lê pêdivîtiya vê yekê jî bi danûstandinan heye û mimkin e di demeke wesa zû da neyê kirin.”
Mezlûm Ebdî di derheqa Sûriyeya nû de jî ron kir, “Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk û sivîl be ji bo ku mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê parastî bin, ne ku desthilateke navendî, belkî pareke desthilatan di destê parêzgehan de be. Ev jî nerîna me ji bo Sûriyeyê bi giştî ye.”
Navbirî herwesa red kir ku wan çi peywendiyek bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hebe û got, “Em bi ser PKKê ve nînin û me çi peywendî bi wê û şerê navbera wê û Tirkiyeyê ve nîne, lê ev kiriye behaneyek ji bo ku êrîşî ser deverên me bê kirin.”