Polîtîk

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê derbarê mamosta û karmendên grevê de

Ez rewşa mamosta û karmendên grevê yên ku ev çend roj in li Silêmaniyê ji bo çareseriya pirsgirêka mûçe dest bi gireva birçîbûnê kirine ji nêz ve dişopînim. Çareserkirina kêşeya mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê daxwazeke rewa ye û em hemû piştevaniya wê dikin.

Ji bo vê mebestê me di Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Federal hewlên mezin dan. Di vê çarçoveyê de, xweşbextane di encama gotûbêj û têgihiştina her du aliyan de û bi hevkariya aliyên peywendîdar, guhertina yasaya bûdceya federalî hat pesendkirin û hêviya çareseriya dawîn ji bo pirsê hat kirin. Mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hene.

Peyam û daxwazên mamosta û karkerên mûçe bi giştî gihaye aliyên peywendîdar, lewra daxwaz ji wan dikim rewşa tendirustiya wan berçav bigrin û dest ji grevê berdin. Em her kesî dilniya dikin ku Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe yên ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ligel Hikûmeta Iraqa Federal berdewam be.

03.02.2025

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button