Polîtîk

Rolê serok Barzanî ji bo yekrêziya Kurdên rojavayê Kurdistanê girîng e

Navendeke lêkolînan a Amerîkayî amajeyê dide, “Civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo yekkirina helwesta Kurdan pêngaveke nimûneyî bû.”

Navenda Stimsonê ya Amerîkayî ya Lêkolînan di raportekê de ragehandiye, “Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo seqamgirî û dubare avedankirina Sûriyeyê li beranberî derfeteke giring û dîrokî ne, ji ber ku peywendiyeke cografî û dîrokî ya baş bi wî welatî re heye.”

Li dû Navenda Stimsonê, Herêma Kurdistanê peywendiyeke baş û giring bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re heye, ji ber ku Herêma Kurdistanê di dema şoreşa Sûriyeyê de pêşwaziya bi hearan Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Wê navendê ron jî kir, “Hebûna duberekiyan di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê de ji bo danûstandinên bi Şamê re wekî yek tîm bûye berbest, lê dawî civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi arasteya yekkirina helwesta Kurdan li Sûriyeyê pêngaveke nimûneyî bû.”

Navenda navbirî di derheqa civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Davosê de jî ragehandiye, “Ew ji bo destpêkirin û çêkirina peywendiyan di navbera her du aliyan de bingeheke giring bû.”

Serok Mesûd Barzanî li roja Pêncşemê, 16.01.2025 li Pîrmamê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Baregayê Barzanî naveroka civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser civîna xwe ya bi Serok Barzanî re parve kir û got, “Civîna me ya bi Serok Barzanî re cihê kêfxweşiyê bû.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button