Trump û Pûtîn wê li Îmarat an jî Erebîstana Siûdî bicivin

Çend jêderên Rûsî dibêjin, civîna Trump û Pûtîn dê li Îmarat yan jî Erebistana Siûdî were kirin; Sedema vê yekê jî têkiliyên baş ên her du seroka e.
Du karbidestên Rûsî roja Duşemê ji Reutersê re ragihandin, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin dê li Îmarat û Erebistana Siûdî bicivin.
Trump da zanîn ku ew ê şerê Ukraynayê di zûtirîn dem de biqede û amade ye bi Pûtîn re hevdîtinê bike.
Di vê navberê de, Pûtîn ji ber destbikarbûna Trump pîroz kir û got ku ew amade ye bi wî re li ser Ukrayna û enerjiyê gotûbêj bike.
Çavkaniyan diyar kirin ku rayedarên rûsî di hefteyên dawî de serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê kirine.
Çavkaniyekî got: “Hinek karbidestên îstixbaratê û dîplomat nîgeran in ku Îmarat û Erebistana Erebî têkiliyên ewlekarî û leşkerî yên pir baş bi Amerîka re hene.”
Ne Kremlîn, ne jî Erebîstana Siûdî û Îmarat ti şîroveyên fermî li ser wê gotegotê nekirin, lê Pûtîn û Trump ev demek e bi her du welatên Ereb re têkiliyên baş hene.
Roja Yekşemê, Trump got ku rêveberiya wî plan dike ku bi gelek aliyan re, “di nav de Ukrayna û Rûsya de, bicive û biaxive.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser gotinên Trump got: “Planek heye.”
Donald Trump di 20ê Çileya 2025an de wek 47emîn serokomarê Amerîkayê dest bi kar kir.Piştî ku derbasî Qesra Spî bû, yekem berpirsê biyanî ku jê re telefon kir, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bû.
Trump di Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê ya Swîsreyê de li ser înternetê got, “Ew mirovekî mezin e.”
Pûtîn di sala 2023an de serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê kir; “Ez spasdarê Muhammed bin Selman im ji bo alîkarî û organîzekirina mezintirîn pevguhertina girtiyan a Amerîkî-Rûsî ji dema Şerê Sar ve,” wî got Îlona borî.
Di sala 2015an de Mihemed Bin Selman cara ewil serdana Rûsyayê kiribû û ji wê demê pê ve têkiliyên xwe bi Pûtîn re pêşxistibûn.