Polîtîk

PDK û YNK dicivin

Komîteyên teknîkî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo cara pêncem li ser pirsa pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.

Endama Komîteya Danûstandinan a YNKê Rêwas Fayiq ragihand, komîteyên teknîkî yên PDK û YNKê dê îro 4ê Sibatê bo cara pêncem li Hewlêrê bicivin.

Da zanîn jî, hevdîtinên wan dê bidomin û xalên wan ên hevbeş ji xalên nakok zêdetir in, her çend e di nêrînên wan ên ciyawaz hene.

Back to top button