Cîhan

Şara serdana Tirkiye dike, di rojevê de çi heye?


Serokê HTŞ’ê û serokê demkî yê Sûrî Colanî ku tê payîn ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî were pêşwazîkirin, wê danê êvarê were Tirkiyeyê.

Serokê Rêveberiya Sûriyeyê Mihemed El-Colanî (Ehmed El Şara) dê îro serdana Tirkiyeyê bike. Colanî ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad cara ewil wê serdana Tirkiyeyê bike, wê ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî were pêşwazîkirin. Tê payîn ku Colanî saet 17.00’an bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê bike.

Berpirsê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun duh di daxuyaniya xwe ya duh da wiha got: “Serokê Serdema Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şara li ser vexwendinê wê 4ê Sibatê roja sêşemê serdana Enqereyê bike.”

Altun di daxûyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de dibêje:

“Di hevdîtinên ku dê li Kulliyeya Serokomariyê bên kirin de, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê bi hemû aliyên xwe bên gotûbêjkirin û gavên hevpar ên herdu welatan ji bo vejandina aborî, îstiqrara domdar û ewlehiya welêt bên avêtin. Di hevdîtinan de dê li ser platformên piralî jî piştgiriya ku ji rêveberiya veguhêz û gelên Sûriyeyê re bê kirin, em di wê baweriyê de ne ku serdana birêz Ehmed Şare û şanda pê re wê di têkiliyên Tirkiye-Sûriyê de xurtir bibe. Piştî ku Sûriye azadiya xwe bi dest xist, ji nû ve bê avakirin.”



Back to top button