Hikûmeta Iraqê: Nefta Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê tê hinardekirin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulqanî ragihand ku nefta Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (IKBY) dê bi rêya Bendera Ceyhanê were îxrackirin û derbarê vê pêvajoyê de jî rêkarên pêwîst bi Tirkiyê re tên kirin.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulqanî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê INAyê re axivî û got, “Em weke Wezareta Neftê ji bo petrola Herêma Kurdistanê bi şandina nameyek fermî ji hikûmeta herêmê re xebatên prosedûrê dane destpêkirin. li gorî rêgezê radestî SOMOyê bên kirin.”
Ebdulganî diyar kir ku ji bo hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê îmkana hikûmeta navendî heye û diyar kir ku ji bo hinardekirina petrola Bendera Ceyhanê bi Tirkiyeyê re rêkarên pêwîst tên kirin.
Di ser Bendera Ceyhanê re îxracat tê kirin
Ebdulganî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane 300 hezar bermîlên petrolê radestî hikûmeta navendî bike, ku dê ji aliyê SOMO ve bi rêya bendera Ceyhanê were hinardekirin.
Wezîrê iraqî diyar kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo lihevkirinek li ser deynê petrola Herêma Kurdistanê bo Bexdayê heye.
Parlamentoya Iraqê guhertinên yasaya bûdceyê pesend kir ku lêçûna derxistin û veguhestina her bermîlek petrola Herêma Kurdistanê 16 dolar e.
Nefta ku ji herêmê were îxrackirin dê radestî SOMO an jî Wezareta Petrolê ya Federal were kirin û lêçûnên hilberandin û veguheztinê jî dê ji hêla Wezareta Petrolê ya Federal ve were girtin.