Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî civiya

Îro piştî nîvro roja sêşemê 04.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz General Kevin Leahy Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê civiya.

Di civînê da rewşa ewlekariya Iraq û Sûriyê û tevger û gefên rêxistina terorîst a DAIŞê li ser aştî û aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevkariyên hevbeş yên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê kirin.

Di mijareke dinê civînê da, di derbarê pêngavên dawî yên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge da danustandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê da destbikarbûna her du Firqeyên Sê û çar yên Pêşmerge di bin sîwaneya Wezareta Karûbarên Pêşmerge da weke pêngaveke girîng nirxand û daxwaza serxistina proseyê kirin.

Rewşa Rojhilata Navîn û guhertinên Sûriyê û bandora wan li ser navçeyê, aliyekî din yê hevdîtinê bû.

Back to top button