Cîhan

DYA: Ukrayna û Rûsya li ser mijara ‘Behra Reş’ li hev kirin

Li gora daxûyaniya Amerikayê, Ukrayna û Rûsyayê re lihevkirinek çêkiriye ku ewlehiya keştiyanli Behra Reş pêk bîne. “

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî de, encamên gotubêjan di navbera heyetên teknîkî yên DYA û Ûkraynayê yên li ser rewşa Behra Reş di navbera 23-25’ê Adarê de li Riyadê hatin kirin, hatin ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rûsya û Ukrayna ji bo ewlekariya çûyinhatina behrî ya li Deryaya Reş li hev kirin” û ji bo ewlekariya seyaheta li Deryaya Reş, ji holê rakirina bikaranîna hêza leşkerî û astengkirina bikaranîna keştiyên bazirganiyê yên ji bo armancên leşkerî, li hev kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca vê pêngavê ew e ku Behra Reş ji bo bazirganiya navneteweyî û veguhestina enerjiyê weke korîdoreke ewle bimîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Amerîka dê ji bo vegerandina gihandina Rûsyayê ji bo bazara cîhanê ya hinardekirina çandinî bibe alîkar” û hat destnîşankirin ku dê Dewletên Yekbûyî piştgirî bide kêmkirina lêçûnên bîmeya deryayî û başkirina gihîştina benderan û pergalên dravdanê da ku rê li ber gera navneteweyî ya van berheman bigire.

Back to top button