Polîtîk

Niha li ser Kongreya Stenbolê ya CHPê lêpirsîn tê kirin

Ji ber îdiaya “Hileya Hilbijartinê” û binpêkirina qanûna hilbijartinê ya di hilbijartinên Kongreya Stenbolê ya CHPyê de lêpirsîn hate destpêkirin.Di vê çerçoveyê de Şaredarê Beyogluyê Înan Guney ji bo îfadeyê xwestin dagehê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyogluyê Înan Guney hatiye kirin. Di daxuyaniya Serdozgeriyê de dibêje: “Di çarçoveya lêpirsîna sûcê binpêkirina qanûna bi hejmara 2820’an de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya me ve tê meşandin de, Şaredarê Beyogluyê Înan Guney ji bo îfadedayînê bi bangewaziyê hat vexwendin.

Çi qewimîbû?
Tomara deng a axaftina di navbera Şaredarê Beyogluyê Înan Guney û hin endamên meclîsa şaredariya CHP’ê de li ser danûstandina delegeyan a li Kongreya Stenbolê ya CHP’ê li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Înan Guney di daxuyaniya xwe ya der barê îdiaya qeyda deng da wiha got, “Di qeyda eleqedar de dengê min tune ye, ez jî bi tu awayî beşdarî civîneke wiha nebûm.” Li gel vê jî îfadeyên ku di nivîsên ku bi awayekî eşkere ji navendekê bi awayekî rêxistinkirî tên kirin, hurmet, şeref a min têkdibin.

Eger dadgeh biryara bê usûliya kongreya Stanbulê bide, dê kongre hilweşe û delegeyên kongreyê têkdiçin û ji nû ve kongreyek tê civandin. Ev yek dikare bibe sedemê reda Kongreya Giştî ya CHPê jî.

Back to top button