Cîhan

Rubio û Fidan civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê DYA Marco Rubio li Amerikaa hevdîtin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.

Hat îdiakirin ku di hevdîtinê de mijarên dualî û herêmî bi berfirehî hatine gotûbêjkirin.

Li gor î nûçeyan, bûyerên herêmî yên ku her du welatan eleqedar dikin, di serî da rewşa Ukrayna û Filistînê û geşedanên li Sûriyeyê û nirxandina derfetên hevkariyê yên di vê çarçoveyê da hatin pêşbînîkirin.

Dîsa destpêkirina xebatên ji bo rakirina mueyîdeyên CAATSA û ji nû ve nirxandina pêvajoya vegerandina Tirkiyeyê ya ji bo bernameya F-35 derdikeve pêş.

Cezayên CAATSA piştî ku Enqere pergalên berevaniya mûşekî yên S-400 ên Rûsyayê kirîn, hatin sepandin.

Ji ber heman sedemê Tirkiye jî ji bernameya nifşê nû ya balafirên şer ên F-35 ku di hilberîna gelek parçeyan de para şîrketên berevaniyê yên Tirkiyê heye, hat derxistin.

Hêviya ku qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de bigihêje 100 milyar dolarî (nêzîkî 38 trîlyon TL) bû rojeva din a li ser masê.

Back to top button