Civak

DXB nexweşxaneyekî pêşkêşî tendirustiya Hewlêrê kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li daxuyaniyek de ragihand: Nexweşxaneyekî pencih qeryoleyî bi tevahiya pêdiviyên xwe ve pêşkêşî tendirûstiya Hewlêrê kirin.

Li daxuyaniyê de hatiye nivîsîn: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê peymaneke hevdû têgihiştinê di derbarê terxankirina nexweşxaneyeke ji bo çareseriya nexweşên Korona îmza kirin.

Her wiha ragihand: Ev nexweşxane ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sora Îmaratî ve hatiye dirustkirin û ji bo çareseriya nexweşên Korona hatiye terxan kirin û ji niha de çendîn nexweşên tûşbûyên Korona li Hewlêrê têda çareseriyê werdigrin.

Hatiye ragihandin ku ev nexweşxane 50 textên nexweşan pêkhatiye û tevahiya pêdiviyên wê hatine amadekirin.

Back to top button