Cîhan

Yekemîn kesê tûşbûyê Koronayê li Çînê hate dîtin

Li gor raporeke rojnameya The Wall Street Journal ya Amerîkî saziyên emnî û tendirustiyên Çînê piştî lêkolîneke demdirêj karîn yekem kesê tûşbûyê şewba Koronayê li bajarê Vuhanê peyda biken.

Li gor rojnameyê yekem kesa tûşbûya Koronayê jineka bajarê Wuhan ya Çînê ye û navê wê Wei Guixian ku jineka 57 saliye û li bazarê berhemên deryayî kar kiriye û piştî ku tûşî nexweşiyekê bûye serdana nujdarekê kiriye û paşê jî vegeriyaye ser karê xwe. Her ew jinik bûye sedema wê hindê ku di rojekê da li heman cihê karî çendîn kesên dîn jî tûşî nexweşiyê bike.

Nujdarên Çînî jî paşê li ser wê yekê kar kirin ku dibe ku şewba Korona bi rêya hinek giyanewerên deryayî derbasî mirov bûbe û heta niha jî lêkolînên wan berdewamin.

Back to top button