Cîhan

Pizîşkên Çînî şaşiya Îtalyayê eşkere dikin

Ji bilî wê yekê ku Îtalya rêkarên tund ji bo rûbirûbûna şewba Korona bi cîh kiriye li rêya cûdakirin û veqetin û karantînekirina tûşbûyan û ewên guman li wan tê kirin, lê heta niha hejmara tûşbûyan 101.000 û hejmara miriyan jî 11.000 kesan derbaskiriye. Pizîşkên Çînî sedemên vê yekê û şaşiya Îtalya eşkere kirin.

Şarezayên Çînî dibêjin pêwîste Îtalya hemû nexweşên tûşbûyên Korona bixe karantîneyê, her wiha ewên nîşana wan sivik jî be divê neşînin malên wan. Wekî raporekî Ajansa Bloomberg ya Amerîkî belav kiriye.

Lyang Zong An Serokê Beşa Amêra Henasedanê li Nexweşxaneya Rojavayê Çînê ya li Zanîngeha Sîçwan dibêje, li destpêka tengiyê da pizîşkên li Wuhanê heman şaşiyan encam dan. Dema wan kesên gelek nexweşbûn şandin nexweşxaneyê, ewên nîşanên wan sivik bûn şandin malê çareseriyê werbigrin, eva jî ji bo kêmkirina qerbalixiya li ser nexweşxaneyan bû.

Her wiha got: Lê wê demê her tişt zelal nebûn, lêkolîner dizanin ewên nîşana wan sivik bûn û daxwaz li wan hate kirin ku li malê bimînin, lê şewb û virus kesên dinên malê û derve jî tûş kirin û zêdetir belavkirin.

Her wiha tîmên Çînî şêwirmendiya Îtaliyan kirine ku heman awayê Çînê bikin ku ew kesên nîşanên wan sivike wan ji malbatên wan dûr bixin. Ji ber ku sedî 80ê tûşbûyan çavkaniya wan ew kes bûne ku çûne malên xwe.

Back to top button