Li Kurdistanê li malê çareserkirina nexweşan destpêdike
Kompanya Fastlînk li gel Wezareta Tendirustiya Kurdistanê projeya “Fast-Care” ya li malê ji bo çareserkirina nexweşan bi bêberamber destpêdike ku têda 30 tîmên pizîşkê gerok li navenda parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebçe çareseriya nexweşan li malên wan û bêberanber dikin.
Projeya “Fast-Care” li gel Wezareta Tendirustiya Hikumeta Kurdistanê li hemû parêzgehan tê encamdan. 30 tîmên pizîşkî ku her yek ji wan li pizîşkek û perestarek pêkdidin û bi awayeke gerok li amadebaşiyê da dibin ji bo xizmetkirina nexweşên şêrpence, nexweşên demdirêj, xanimên dû canî û zarokan di demên pêwîst da, bo ku ew rewşa ku niha heye û pêwîstiya wan bi çareseriya hawar hatinê nîne.
Tîmên pizîşkiyên “Fast-Care” li rêya hêla germ ve peywendî bi wan ve têkirin û dema serdankirina nexweşan da hemû xizmetguzariyên tendirustiyên pêwîst pêşkêşî wan dikin.