Dema Kurd rastî zerer û ziyanê hatine yek deng bûne
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Serhildana 1991 li Başurê Kurdistanê bi heman mejî û mêşkê dûyê Kurdan karkir
Tirk dibêjin xwedê mejî û mêşkê du yê Kurda bide me çunkî mêşkê yekê ji bo dijminî kar diketin û mêşkê duyê ji bo xwe bikardînin û dirust kar diketin!!
Eva sala Kurdî bu 2720 hêşta mêşkê Kurdî yê duyê bê mêşkê yekê kar nekiriye
Di helwest û biryarên yekê da her dema mêşkê duyê hatiye bikarînan piştî kulma mêşkê yekê xarî yekser Kurdan xwe ragirtiye û buyne yek helwest encam bi erênî di xêra milletî da pirî destkeftî buye.
Mîna Komara Kurdistan li Mehabad bi serokatiya Qazî û piştevaniya Kurdên her çar parçên Kurdistanê
Her wesa serhildana 1991 li Başurê Kurdistanê bi heman mêşkê duyê Kurdan kar kir û encam berjewendiya Kurdan da hate yekalîkirin.
Derencamên mêşkê Kurdî yê yekê û duyê focus bikeyn li ser van sê tewerên me di adresa babetê xwe da bi cîhkirîn
1- Korona û mêşkê yek û dû: Wekî diyar li dumahiya sala bihurî virusek li bajarê Wuhanê Çînê derkeft û li cîhanê belav buye û heta nuke çareseriya dirust nehatiye dîtin û bêhtirê 300 hezaran mirov li cîhanê tuş kirîne û her li destpêkê Hikumeta Herêmê bi mêşkê duyê kar li ser vî virusî kir û rêkarên tund girtine ber bo parastina berjewendiya giştî û selametiya xelkî û lê mixabin hejmareka zora xelkê me heta nuke jî kar bi mêşkê yekê diken guhdariya rênimayiyên tendirustiyê naken bi hêceta Kar û Newroz û adabên olî û urfî we encamê pêgirînekirin bi mêşkê duyê rêja vî virusî berev bilindbunê ve diçîtin li gelek navçên herêmê da.
2- Referandum û mêşkê yek û dû: Ji bo çî biryara referandumê bi mêşkê duyê hatibu dan? di gel hemî part û aliyên Kurdî bi serokatiya Serok Barzanî çunkî serkirdayetiya Kurdî dizanî hewleka herêmî û navdewletî heye bu zivrandina navçeyên nakok madeya 140 bu ser hikumeta navendî ve lewra biryar hate dan referandum bihête kirin û belgenamek bikevîte destê Kurdan bu mêjûyê û bi belge Kurd xudanêt vê axê ne û deselatdar buyne û biryara xudaye ku ev navçeyên nakok axa Kurdistanê ye lê mixabin layenekê Kurdî bi mêşkê yekê ew destkeft kire diyarî û qurbanê berjewendiyên takekesî û partayetî yên berteng.
3- Rojava û mêşkê yek û dû: Li Rojava madem Kurd hene bila desthilatdarî bo wan bîtin girîng nîne çi reng û alaw hizir bin belku ya girîng ewe Kurdbin û şiyanêt parastina destkeftên xwe hebin. Lê ya me dîtî li destpêka şoreşa Rojava bi mêşkê yekê şoreş hatekirin û aliyê Kurdî yê zal hewla şikandina destê Kurdî da li şûna girtina destê birayê Kurd kar bo hikumeta Şamê kir bo egerê bihêzbuna desthilata Beşar Esedî û ji destdana destkeft û navçên Kurdî yên bakurê rojavayê rubarê Firatê.
Piştî mêşkê duyê dayê karî hewla yek nêzîkbuna aliyêt Kurdî kirîn li bin tirsa ji destdana hemî destkeftên rojava bi piştevaniya hemî Kurdan û taybet peywendiyên dîplomasî yên Herêma Kurdistanê û taybet Serok Barzanî êdî belansek hate dirustkirin Kurd li çend navçeyekên kêm hatin parastin û bune aliyên bê hêz di demê nuke da di her danustandineka herêmî û navdewletî da.
Hêvîdarim di hemî warên jiyanê da bila mêşkê dû kar biketin û bibîte dermanê wan birînêt mêşkê yekê helkulan.
Berwar Nurî