Civak

Serok Barzanî cejna Ekîto li Mesihiyan pîroz kir

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên li Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya aramî û bexteweriyê ji bo hemûyan dixwazim.

Li vê helkeftê de tekez li ser çanda birayetî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn, ji ber ku pêkvejiyan û çanda lêborînê şanaziyekî mezina gelê Kurdistanê ye û erkê me hemû aliyeke ku vê çanda dewlemend biparêzîn.

Li vê demê de ku hemû cîhan gîrêdayî şewba Korona bûye hêvîdarîn xuşk û birayên me yên Krîstiyan ji nexweşî û êş û azarê dûr bin û cejnên xwe li aştî û selametiyê da pîroz bikin.

Bi xêr û xweşiyê de bimînin.

Mesûd Barzanî
31.03.2020

Back to top button