CîhanRojev

Du heftiyan de ev êrîşa 4emîn e!

Li Israîl di êrîşek çekdarî de 2 kesa jiyana xwe ji dest da û kemasî 4 kes jî birîndar bûn.Li gora daxûyaniya radyoya artêşa Israîl li Tel Aviv li ser kolana Dizegoff êrîşek çekdarî çêbûye û 2 kesa jiyana xwe ji dest daye.

Gelek ambulans û TIMên servisa Stêrka Sor a Dawut çûne cihê bûyerê ji bo arîkariya birîndara bikin.

Polîsên Israîl daxûyaniyek di derbarê bûyerê de ragihand û dibêjin ev bûyerek teröristi ye û ji bo êrîşkar bê girtin  operasyon berdewam e. Herweha polis daxwaz ji hemwelatiya dikin ji malen xwe dernekevin û nêzikî herêma bûyerê nebin.

Eve demeke çend êrîşên çekdarî li Israîl rûdidin. Navbera rojên 22 û 29ê Adarê de li bajarên cuda yên Israîl 3 êrîşên çekdarî pêkhatine û 11 hemwelatiyên Israîl jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button