CîhanRojev

Rusya li xwe mikur hat: Me gelek esker winda kirin

Li ser dagirkirina Ukranya ji aliye Rusya ve 43 roj derbas bûn. Di vî şerî de herdu aliyan jî gelek xwesarên mezin dîtin.Berdevkê Kremlîn Dmitri Peskov di hevpeyvîneka xwe de da xûyakirin ku, Rusya gelek efserên xwe ji dest dane. Rojnemevana ji Peskov pirsin“ Çend efserên Rusya jiyana xwe ji dest dane“  Peskov di bersiva xwe de dibêje: Me gelek esker winda kirine, ev ji bo Rusya trajediyek e.

Rojenemevanek dipirse: Dema em windabûna eskerên Rusya dinerin, şerê li Ukranya ji bo Rusya ne şermezariyek e?

Peskov: Nexêr di bûyerên div î şerî de rûdin de têgihandinek xelet heye.Em li hêviyêne k udu rojên pêşiya me de Rusya li Ukranya bigihe armancên xwe.

Rusya roja 24ê meha Sibatê dest şerê li dijê Ukranya kir.25ê Adarê wezareta Rusya di daxûyaniyekî de eşkere kirîbû ku, 351 efserên Rusy jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 825 efser jî birîndar bûne,lê 30 hezar efserên Ukranya hatine kuştin.

Lê dixweyê ku berxwedana Ukranya nehişt Rusya bigihê armanca xwe û ev cara yekem e ku, Rusya bi fermî li xwe mikur tê ku gelek eskerên wan hatine kuştin û rewşa rûdayî ji bo Rusya trajediyek e.

Back to top button