Drêjtrîn mirovê cihanê kurd e

Pirtûka Rekora ya Guiness îlan kur ku drêjtrîn mirovê cihanê Kurdekî bi navê Sultan Kösene. Di heman demê de Kösen xwedî mezintrîn dest û linge jî.
Bejn û balê Sultan Kösen 2 mîtro û 47 cm’ye. Rekor berê di destê merivekî Çînî ya bi navê Bao Xishunê de bû û ew jî 2 mîtro û 37 cm bû.
Sultan Kösen 27 saliyê destê wî bi drêjahiya 27.5 cm lingên wî jî bi drêjahiya 36.5 cm’ ye.
Kösen ji ber çapkirina Pirtuka Rekora Guiness ya 2010ê li Londonê ye û hêvi dike ku ji bo carekî navûdengiyê xwe jê re evînekî peyda bike.
Kösen li bajarê Mêrdînê dijî . Daxwaza wî ya ewil zewace lê berêya zewacê seyareyek li gorê bejn û bala xwe dixwaze.
Kösen da zanîn ku heta niha xweşdiviyê min nebûye û ji vê hêle gelek zehmetî dikşînim çimkî gelek drêjim keçik ji min gelkî ditirsin.Hêvîdarim êdî xweşdiviyêkî min jî bibe. Ji ber ku êdî ez jî kesekî navûdengim.
Li gor Kösenê zehmetiya herî mezina drêjî ew e ku mirov nikare cilûbergên li gorî xwe peyda bike.Weka mirovên normal nikarim herim cilûberg bikirim. Her tiştên min bi awayekî taybet tên çekirin carna jî ne li gorî modayê ye . Cihên razanê yê Kosen jî bi 3 mîtro drêje.
Kösen avantajên avantajên drêjbûnê jî jimart û li gorî wî ‘’ Deliqandina perde û guhertina ampulan jî pir rehet dibe.