Polîtîk

Barzanî beşdarî merasima damezrandina Tirkiyeyê bû

Li Hewlêrê Konsulusxaneya Tirkiyeyê bi minasebeta 87mîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, hijmareke Rayedarên Kurdistanê û Konsulusên welatên biyabî merasimek saz kir.

Di destpêka merasima han de Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Aydin Selcen peyvek pêşkeş kir û da zanîn ku, pîroz kirina cejina damezrandina Komra Tirkiyeyê li Hewlêrê de û bi beşdariya Serok Barzanî wateyeke xwe ya taybetî heye.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser serdana Serok Barzanî a ji bo Tirkiyeyê û bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de.

 

( KTV )

Back to top button